Tumgik
#hewramî
hetesiya · 2 years
Link
2 notes · View notes
Tumblr media
‏‎Hemwelatî û Kurdistaniyên hêja! KURDŞOP bi şanazî ve radigehîne ku diberdewamiya kar û çalakiyên me yên ji bo xizmetkirina bi ziman, çand û dîroka Kurd û Kurdistanê de, malper û “app”a KURDŞOP`ê dest bi çalakiyên xwe dike.Malpera me hewl dide ku bi hemû zaravayên zimanê kurdî û herwiha zimanê îngilîzî, gotar û mijarên têkildarî ziman û tore, kultur, kelepûr, dîrok, erdnîgarî, aborî, huner û … hwd ên Kurdistanê biweşîne. Beşa kurdî a malpera KURDŞOP`ê bi herdu tîpên aramî û latînî li ber dest dibe. Di beşa tîpên aramî de bi hemû wan zaravayên ku li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê axaftinvan hene (kurmancî, soranî, hewramî, goranî, kelhorî û lekî) û di beşa tîpên latînî de jî bi herdu zaravayên kurmancî û zazakî mijar dê bêne weşandin.Tewahiya mijarên beşa kurdî jî bo ser zimanê îngilîzî têne wergerandin û di beşa îngilîzî a malperê de dê bêne weşandin. Bi vî rengî em dixwazin cuda ji hewldana bo girîngîdan bi tev zaravayên zimanê kurdî bi armanca li hev nêzîkkirina axaftinvanên van zaravayan, em hêvî dikin ku bibin pirek bo nasiyarkirina Kurdên herçar parçeyên Kurdistanê digel sermiyana kulturî û kelepûrî a Kurd û herwiha nasandina Kurd û Kurdistanê bi xelkê cîhanê. Bi destbikarbûna malper û appa KURDŞOP´ê di bereberê duyemîn salvegera avakirina saziya me de, em qonaxeke nû ji çalakiyên xwe dest pê dikin ku cuda ji belavkirina mijar û nivîsan di vê malperê de, berhemhînana komeke programên vîdyoyî, rapor, înfografî, fîçer û dekomêntaran jî li xwe digre. Em hêvî dikin ku nivîskar, hunermend û pisorên Kurd li herçar perçeyên Kurdistanê bi şandina mijar û rexne û têbîniyên xwe, alîkarê me binbona ku em malpera KURDŞOP`ê bikin sembol û hêmaya nîşandana hemû bedewiyên Kurdistanê bi xelkê Kurdistanê û bi xelkê hemû cîhanê.Desteya Birêveberiya Saziya KURDŞOP`êLînka malperê li beşa Bio a rûpelê hatiye danîn. @kurdshop.official ‎‏ https://www.instagram.com/p/CpxqD1yNftx/?igshid=NGJjMDIxMWI=
1 note · View note
navramanan · 3 years
Text
It’s Kurdish Language Day today. A language that has been banned & criminalised, is denied any public infrastructure like mother tongue education in schools, is invisible in all curricula, and can only be studied from below in self-organised classes.
Keeping Kurdish alive, in music, literature, private classes, media, academia (and all of this self-organised, from below and in the realms of agency of a non-state nation under constant attack), in itself is an act of anti-colonial resistance.
This day, also a big thank you to all Kurdish teachers out there volunteering and dedicating their time and efforts to disseminate a criminalised and de facto banned language, to fight back the states sponsored loss of identity.
Rosa Burç via Twitter
767 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Almanaka çand û hunera Kurdî ya 2020an
Tumblr media
Min di beşa nû ya Derkenarê de behsa buyer û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê kiriye û hewil daye bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.
Tevî ku 2020 saleke zor û zehmet bû jî, wekî ku tê xuyakirin kurdan gelek çalakî li dar xistine û berhem sazkirine. Li wêneyê manşetê nenêrin, di almanakê de beşên muzîk, wêşangerî, pêsangeh, konser, sînema, şano, çapemenî, dîrok û erdnîgarîyê jî hene; herwiha xelatên hatine dayîn û hunermendên ku îsal wefat kirine jî di bernameyê de hene...
Îro 21ê Berfanbarê, dirêjtirîn roja salê ango Şeva Yeldayê ye û ji sersalê re tenê hefteyek-deh roja man... 2020 bi koronayê derbas bû û xuyaye ku dê sala 2021ê jî bi derzî û vaksîna koronayê derbas bibe.
Rêxistina tenduristiya Cîhanî (WHO), 11ê Adarê koronavirus (Covid-19) wekî pandemî ragihand. Li gorî daneyên malpera Worldmetersê, hejmara pêketiyên koronayê, ji 75 milyon borîye û li seranserê cîhanê, zêdetirî milyonek û şeşsed hezar kes jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane… Beriya destpêka koronayê bi çend hefteyan, 11 û 12ê Çile, li Amedê, bi beşdariya zêdetir ji 300 aktorên civaka sivîl, Tora Ziman û Çanda Kurdî hat avakirin. Di komcivînê da biryar hate dayîn ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Uryan û seferberîya ji bo Kurdî û gavên şênber bên avêtin.
Piştî peydabûna yekem haleta tûşbûna Covid-19ê bi demeke kurt, rewş wekî pandemî hat ragihandin û koronayê kir ku hemû çalakî, pîrozbahî û organîzasyonên mezin bêne rawestandin; Newroz, 8ê Adarê, 1ê Gulanê, 1ê Îlonê, roja Aştiya Cîhanî ûwd. Her wiha hema bêje hemû çalakiyên çandî û hunerî sekinîn, yan jî bo demeke nediayr hatin taloqkirin; tenê beşek ji wan, bi awayê online hatin pêkanîn. Tevî ku saleke zor û zehmet bû jî, kurdan gelek çalakî lidarxistin û berhem sazkirin.
7ê Sibatê, li Amedê, pirtûkxane û mekanekî wêjeyî û hunerî bi navê Wêjegeh Amed vebû.
Li Wêjegeh Amedê ligel gelek çalakî û bernameyan, di navbera tarîxên 25ê îlonê û 30yê cotmehê de, bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Diyarbekirê û bi piştevanîya Qad bo Çandê, Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bo cara sêyem, bi temaya ‘Dahatûya Pêjnkar’ hat lidarxistin. Abdullah Peşêw, Bavê Nazê, Ehmed Huseynî, Cîhan Roj û Lal Laleş jî di nav de, gelek nivîskar û şa’iran beşdarî li bernameyê kirin.
MUZÎK: Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî, Hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Stranên Radyoya Erîvanê bi enstrumanên klasîk bi navê “DÎSA” wekî albûmekê hatin belavkirin; 10 stranbêjên Kurd ji helbestên helbestvanê kurd Kadir Buyukkaya albûmeke Kirmanckî ya bi navê “Vengê Royî” (Dengê Robar) tomar kirin. Ciwan Haco, 11ê Adarê bi du singileyên bi navê “Şevên Spî” û “Wilo” û 30ê Mijdarê klîbeke bi navê “Ti Ciwan î” ku di sala 1992yan de hatiye kişandin, piştî 28 salan, cara pêşî bi temaşevanan re parve kir. Pervîn Çakar ligel Tara Jaff sîngileke bi navê “Qimil” çêkir. Aynur Dogan, Hedûr; Agit Işık, Hez; Hêja, Stranên Neşûştî; Rûşen Alkar, Hêdî Hêdî; Rewşan, Tov; Nîhal, Şev; Bilind Îbrahîm, Min Bes To Divêyî; Mehmet Atli, Morî û Mircan; Tara Mamedova, Xewna Giran û Harun Elkî albûma bi navê Rev belav kir. Herwiha Hunermendên wekî Ciwan Haco, Mehmûd Berazî, Harûn, Rûşen, Rewşan, Tara vîdeoklîpên nû weşandin.
PIRTÛK Û KOVAR: Li gorî daneyên PENaKurd, di sala 2020an de, 71 niviskarên kurd girtî ne. Bi edîtoriya Nesîm Doru, Ferhenga Têgehên Felsefî derket; Mehmet Oncu, 4 cîld Gotinên Pêşiyan weşandin ku tê de 50 hezar gotinên pêşiyan cih digirin. Weşanxaneya Sîtav ê ev berhem çap kir. Romana Îrfan Amîda, Derî Vekirî Bihêle Wê Hechecik Vegerin ji Lîsê, romana Şêrzad Hesen, Hesar û Kuçikên Bavê min ji Darayê, romana Firat Cewerî, Derz ji Avestayê gihişt ber destê xwendekaran. Şener özmen, Şêxo Fîlîk, Murad Dildar, Abdurrahman Elçek û Fewzî Bîlge kitêbeke çîrokan derxistin. Avestayê hemû berhemên şa’irê mezin Berken Bereh çapkirin. Herwiha Siwarekî Bêniştîman a Osman Mehmed, Xunçeyên Heyamê ya Rizgar Elegez, Tarantîno û Babê min a Şêxmus Kurt û ‘Destê Min Li Destê Te Digere’ a Mem Ronga çap û belav bûn. Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî çap kir. Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Erdnîgariya Kurdistanê-1: Agirî ya Evirehman Onen; Weqfa Mezopotamyayê, Duzimanî: Zarok û Perwerdehî ya Cemîl Guneş weşand. ERKAM SOFTê ji bo perwerdekirina zarokan seteke bi navê Bêjan çap kir û herwiha yekem lîstîka online ya zarokan çêkir. Weşanxaneya SELê ku bi Tirkî weşanê dike, hemû berhemên Mehmed Uzun ji nû ve çap kirin. Bloga Zinarê Xamo, Hindik û Rindik ket 14 saliya xwe ku heta niha 7 hezar nivîst weşandine û herwiha pirtûka wî ya bi navê Strirîyên Me ji Nameyê derket. Sewsa Necat Zivingî ji Darayê, Ezdaya Rengîn Kardelenê bi etîketa Lîsê derket.
WERGER: Abdullah Încekan, helbestên 8 helbestkarên almanî wergerandin Kurdî û Nûbiharê çap kir. “Bhagavad Gîta” (Stranên Xwedê) yek ji deqên girîng ên edebî ku, beriya îsa bi 200 salî, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin, bi wergera Hasan Hüseyin Öztürk derket. Nameyên Tolstoy û Ghandî bi wergera Fexriya Adaya; yekem romana Dostoyevskî “Merivên Reben” bi wergera Hesenê Metê; romana Robert Louis Stevenson a “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde” jî bi wergera Ciwanmerd Kulek û Sûc û Cezaya Dostoyevski bi wergera Medeni Ogut derket. Helîm Yûsiv bo farisî hat wergerandin û biryar e Mehmed Uzun bo îtalî bê wergerandin. Her wiha biryar e di sala nû de kovarên bi navê Herd, Kurdeçîrokê û The Rexşan dest bi weşanê bikin û kovara Barê wekî kovara helbestê weşana xwe bidomîne. Her wiha di mehên Mijdar û Berfanbarê de, li Wêjegeh Amedê bi rêveberiya nivîskar û wergêr Samî Hêzîl, bi navê “Girava Wergerê” û “Bîra Hevpar” du kargehên cuda hatin lidarxistin.
KURDÎ: Li Amedê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Li Stenbolê Hereketa Zimanê Kurdî li hat damezirandin. Bo cara ewil li Stenbolê di banê şaredariyê de, li ÎSMEKan dersên Kurdî hatin dayîn. Hejmara dersdarên Kurdî û kanalên fêrkirina Kurdî li ser platformên dîjîtal zêde bûn. Di serdema koronayê de jî sazî û dezgehên Kurdan xebatên xwe ranewestadin, bereksê wê xurt û şên kirin: Bi pêşengiya akademisyen û nivîskar Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Zanîngeha Kurdî ya Onlinê hat lidarxistin. Akademiya Îsmaîl Beşîkcî, di serdema payîzê de, bi seranavê Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî kargeheke Kurdî vekir. Weqfa Mezopotamyayê, bi beşdarîya akademîsyen û folklorzanên kurd "Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê" çêkir. Komeleya Lêkolînên Kurdî ligel dersen Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersên Hewramî jî dane destpêkirin û kanaleke Youtubeê bi navê “Kurt û Kurmancî” vekir. Bi pêşengiya Adnan Firat û bi mijara, Destpêkê Edebiyata Kurdî, Dersanaya Kurdolojiya Online ya Kurdî hat vekirin.
PÊŞANGEH/KONSER: Bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO), Hunermendê MA Muzîkê, bi navê Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê, li cih û warên dîrokî wekî Şikeftên Hesûnê, Keleha Zêrzewanê û navçeya Gêla Amedê konser dan. Herwiha Tora Ziman û Çanda Kurdî û Wêjegeh Amed, Nûbihar, Amîdart û Chalak Eventsê jî çalakiyên online birêve birin. Pêşangeha Ahmet Guneştekin bi navê Jûra Bîrê li Stenbolê û Amedê; Nehatiye Dîtin a Zehra Dogan li Stenbolê hat lidarxistin. Herwiha hunermendê ciwan Hogir Ar jî pêşangeheke online li dar xist.
SÎNEMA Û MODE 21ê Çile, bi edîtoriya Leyla Arisoy û Ayşenur Ozelê kovara Modeyê Kubar dest bi weşanê kir. Hevkara me Fatoş Yildiz dest bi bernameyeke sînamê bi navê Kadraja Kurdî kir û heta niha 8 beş parve kirine. 7ê Tîrmehê bi edîtoriya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus Kovara Sînemayê, Temaşeyê dest bi weşanê kir. Kovara Kürt Tarihi di hejmara 40î de dosyeyeke taybet li ser Sînemaya Kurdî weşand. Derhêner Alî Kemal Çinar di dema koronayê de li mala xwe kurtfîlmekî bi navê Dilop kişand û li ser YouTubeê weşand. Bi produksiyona Mehmet Aktaş û derhêner Hisên Hesen di şert û mercên koronayê de fîlmekî bi navê Bûka Baranê hat kişandin. Di fîlmî de Şilan Duzdaban, Bengîn Elî jî tê de cî digirin.
ŞANO: 13ê Cotmehê, di demeke ku şanogerên Kurd derfetê nabînin derkevin ser dikê, bernameyeke bi navê Hinek Henek ku ji skeçên henek û yariyan pêk tê, dest bi weşanê kir û rastî eleqeyeke baş hat. Di tîma Hineke Henekê de, lîstikvanên Teatra Jîyana Nû, Teatra Mencer, Şanoya Bajarê Amedê û Teatra Yekta Hêvî hene. Derhêneriyê Nazmî Karaman dike û lîstikvanên wekî Yavuz Akkuz, Rugeş Kirici, Özcan Ateş û Abdullah Tarhan û Avşîn Adiguzel lîstikvaniyê dikin. Şanoger Berfîn Zenderlioglu, bi hevkariya Şermola Performans û Chalak Eventsê kargehekê şanoyê bi Kurdî lidarxist. Kargeh ji ber pandemiyê demekê online jî dewam kir. Lîstika yekem a ku Tuncay Ozel ku wî bi xwe nivîsiye û tê de lîstiye û mijara wê bendava Ilisuyê û Heskîfê e, Keypha12500, cara ewil, 27ê Mijdarê Stenbolê hat pêşandan.
Lîstîka Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘Bêrû’ ku ku ji aliye nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Nazmî Karaman dikir, li Stenbolê û Rihayê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê dike hat qedexekirin. Bi kordînatoriya Mîrza Metîn Komîteyeke Şanoyê Komîteya Kurdî a Eurodram ê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî û encama bijartina 2020an eşkere kir. Komîteyê, şanonameyên Mistoyê Heco, Kemal Orgun û Yusuf Unay hilbijartin.Ş anonameya Mîrza Metînî Dîsko 5 No’lu ji kurdî bo ingilîzî û Erdkêşî bo Almanî û Frensî hat wergerandin. Mîrza Metîn bi şanonameya xwe ya Dîsko 5 No’lu bo Festîvala MENA – Beyond The Mask Festival New Yord (online edition) hat vexwendin û şanoname bi performansa Sinan Eczacibaşi, bi ingilîzî hate xwendin. Hestû Tv, bernameyeke mîzahî bi navê Şildim Bildim û çend lîstikvanên ciwan ên batmanî rêzefîlmeke bi navê Îşev li ser înternetê weşandin. Danser û koreograf Dîlan Yogun, performanseke dansa modern ya bi navê Gav Bi Gav pêk anî û di çarçoveya WêjegehAmedê de helbest-fîlmekî bi navê Medûsayê çêkir.
ÇAPEMENÎ: Bi kordînatoriya Mihemed Salih Bedirxan û Rabîa Çetîn platforma podcastên bi Kurdî, Podcast Kurdî 21ê Adarê dest bi weşanê kir. Le Mond Diplomatika Kurdî, di bin banê Weşanên Rûpelê de û bi kordînatoriya Yado Ciwan ve ji nu ve dest bi weşanê kir, Dîplomatîka Kurdî mehane û wekî PDF tê weşandin. E-rojname hat girtin û Rojnameya Welat ji nû ve dest bi weşanê kir. 1ê Tebaxê, li Qazaxistanê cara yekem televizyoneke kurdî bi navê Yekbun TV dest bi weşanê kir. Weşanxaneyek din a Kurdî bi navê Weşanên Payîz dest bi weşanê kir. Botan International û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Kargeheke Rojnamegeriya Kurdi li dar xistin.
DÎROK-COGRAFYA: 9ê Çile, ava bendavê Ilisuyê gihişte Heskîfê; Navend 10ê Nîsanê di bin avê de ma û 5ê Tîrmehê bi tevahî di noqî ava bendavê bû. Keleha Zêrzevanê ya li navçeya Çinara Amedê, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê. Pira Malabadê û Keleha Wanê ketine listeya demkî ya mîraten dinyayê. UNESCOyê parêzgeha Silêmaniyê, wekî ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kir.
XELAT: “Xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad” bo cara 27an hatin dayîn û di beşa nûçeyên Kurdî de peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettin Kiliç û Ayşe Surme wergirtin û herwiha Medya Uren a Jinnewsê layiqî xelatê hat dîtin. Suat Baran bi dosyeya xwe ya bi navê Kitêba Elbakof, Xelata Helbestê ya Arjen Arî wergirt. Xelata Çîrokan a Şêrzan Kurt jî Kenan Erdencî bi çîroka xwe ya bi navê Demên Xwerû qezenckir. Xelata taybet a Artissimayê îsal Zehra Dogan wergirt. Artissima yek ji pêşangeha hunera hevçerx a Îtalyayê ye û her sal li ser navê hunermenda îtalî Carol Rama didine hunermendên jin. Jina Kurd a bi navê Bijîn Hesen a 28 salî a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya Xelata Salê ya Entegrasyonê wergirt.Rojnamevanê Kurd Alan Kaval li Fransayê bi nûçe-analîza xwe ya derbarê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê "Xelata Albert Londres ya 2020an" wergirt. Nivîskara Kurd Sara Omar ku niha li Denmarkê dijî, xelata herî prestîj a edebiyata wî welatî ya bi navê Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr wergirt. Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr bi wergirtina Sara Omar, yekem car e ku nivîskarek ji Rojhilata Navîn wê xelatê distîne. Fîlmê ‘Barê Giran’ yê Yılmaz Özdil, di "Festîvala Navneteweyî ya Enqereyê" de xelata "Baştirîn KurteFîlmê Tirkiyeyê" wergirt. 3yê Adarê, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Xelata Pênûsa Zêrîn da nivîskar Firat Cewerî; Eta Nehayî bi romana xwe ya bi navê “Grewî Bextî Helale”, di bîstemîn Xelata Wêjeyê ya Mehrganê de ku li Îranê tê dayîn, di beşa “Romana bi Zimanê Zikmakî” de xelata romana herî baş a îsal wergirt.
WEFAT: Îsal gelek nivîskar û rewşenbîr û hunrmendên kurd ji naa me bar kirin ango kiras guherandin: Mîrê Bisqê Seid yusiv di 26ê Sibatê de li Stenbolê koça dawiyê kir. Hunermend Seîd Gabarî (Bavê Bêkes) 4ê Adarê di xwe de li Hewlêrê; Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî 5ê tîrmehê li Amedê koça dawiyê kir. 7ê Tîrmehê, kemanjenê naskirî yê ji Kobaniyê, Hemedê Dûman ango (Mihemed Xelîl Xazî li Enqerê wefat kir. Nivîskar, zimanzan û siyasetmedar Hemîdê Smaîlaxa (Hamit Kılıçarslan) 27ê Mijdarê, li Enqerê wefat kir. Helbestkar Usênê Qeremanî (bi navê xwe yê naskirî Mehmet Çetin) 9ê Cotmehê li Stenbolê ji ber penceşêrê wefat kir û Seydayê Gurdilî (Mele Amadettin Yetiz) 3yê Berfanbarê, ji ber koronayê li Batmanê koça dawiyê kir.
Sala 2020an bi koronavirusê, bi amar û îstatîstîkan; bi haletên tûşbûnê û qedexeyên derketina derve (lockdown); bi rûpoş û dezenfektanan derbas bû û xuyaye wê 2021 jî bi vaksîn û derzîyên COVID-19e derbas bibe.
Bi hêvîya saleke xweş û geş; bi hêviya ku rojekê berî rojekê, ev şewba giran, bi temamî ji holê rabe. Di sala nû de, çi meqsed û miradên we hebin bên cî inşala. Ji niha ve sersala we pîroz be û di sala nû de jî, bila guhê we li Podcast Kurdiyê û Derkenerê be. Her şad û bextewer bin. Dembaş.
WEB: https://lnkd.in/d6Bs9cK
SOUNDCLOUD: https://lnkd.in/dTimjFT
SPOTIFY: https://lnkd.in/dWD6duR
*Ev almanak cara pêşî wekî podcast li ser Podcast Kurdiyê hatiye weşandin, piştî weşanê çend nav û berhem lê hatine zêdekirin. (M.O)
*Hemû beşên Derkenarê
2 notes · View notes
muhsinozdemir · 4 years
Text
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş Şêx Mihemedê Kesnezanî li Silêmaniyê çû ser dilovaniya xwe çend roj berê, hezaran murîdên wî ji rojhilatê xwe li sînoran xistin û derbazî Silêmaniyê bûn ku beşdarî merasîma şêxê xwe bibin. Gelek şahî û çalakî û bezm lidar xistin ku bû mijara nîqaşan. Tew ji aliyê gelek aliyan ve rexne jî li derwêşan hat kirin û  di medyaya civakî de jî pir belav bû. Dîrokzanê Kurd   Soran Hemere,li ser van nihêrîn û bertek û rexneyan gotareke dîrokî arasteyî civaka kurd kir. Ji ber ku zaravayê Soranî bû, nedigihişt hemû beşên civaka Kurd. Fermûn, va  Kurmancîkirina gotarê… Ji Moxan Hetanî Şêxê Terîqetê Nirxandineke Dîrokî/ Soran Hemereş
Çend rojeke bi mirina Şêx Mihemedê Kesnezanî û piştre hatina hejmareke zêde ya derwêşan ji wî aliyê sînorên çêkirî û derbazbûn ji wî sînorî, gel mijûl kiriye û bûye mijareke germ a li ser medyaya civakî. Nêrînê wan cuda ne li ser mijarê; hinek êrîş dikin ser û henekê xwe pê dikin û hinek jî heyîrîmayîna xwe nîşan didin li hemberî xoşewîstîya derwêşan a ji bo Şêx e xwe. Gelek mijarên giring yên bi vî awayî mirov dikare cure xwendin/şîrove li ser bike. Wek dîroknûsekî ez ê jî nirxandinekê li ser bikim û di gotareke kurt de ez ê hewl bidim bingeha vê ya dîrokî ya di nav kurdan de raxim pêş çavan.
Di rastiyê de ev bûyer ne tiştekî nû ye û ew ên ku bi temen bin zêdetir hevnasiya wan bi mijarên wisa re heye. Gelek mijarên bi vî rengî ji aliyê nifşên nû ve, bi giştî bûyerên wisa kêmtir dîtine. Ev terîqetên wisa di heyamên bihurî de di nav kurdisatinê de gelek belav bûne û gelek ji takekesên kurd her weha di heyamê bihurî de bi ser rê û rêçikên cuda bûn. Di sala1934an de dema ku Îngilîzan Şêx Ebidulkerîmê Şedelahê keyserê tevgera Heq destgîr kirin û birin zîndana Kerkûkê, gelek murîdên wî “guş” li xwe kirin û berê xwe dane Kerkûkê. Wan mûrîdan zext li hikumeta wê serdemê kirin ku Şêx Ebidulkerîmê keyserê tevgera Heq berdin. Her tim mirovên bi ser wê rêçikê yê ku bi sofîgeraniyê, bi rêya pabendî û hêza xwe bandora wan hebû û gelek caran jî desthilatiyên cuda yên herêmê sûd ji wan wergirtin, lêbelê em bizanin bê jêderka dîroka wan, me dibe kîjan serdemê?
Ji bo ku em ji civaka kurd a kevnar têbigihêjin, divê em berê xwe bidin jêderkên kevnar û berferah. Îca jêderkên cuda û yên serdemên cuda hene; di vir de em dev ji gelek kevnariyan berdidin û wek jêderka herî kevin bi jêderkên Yewnaniyan em qayîl dibin ku nêzîkî du hezar û pênc sed sal temanê wê heye. Herodot ku balê dikişîne ser Medan û dibêje ew heft qebîle bûn û yek ji wan jî qebîleya Mox (Moxan)bûye. Ev mirovên olî bûn û kesayetiyên olî jî her di nav wan de bûye. Kesî di wê serdemê de nedikarî qûrbanîyan ji bo tu xwedayan bide bêyî hebûna Moxekî. Ew stêrknas bûn û xwediyê xewnameyê bûn û xewn ji şahan re rave dikirin û li gorî pîvana wê serdemê kesên zana bûn. Mox bingeh û stûnekî giring ên çanda Medan bûn û di herêmê de jî bandora wan hebû. Ji ber wê, ew nîşaneya danîna şer'ê bûn ji bo gelek bûyerên olî yên wê serdemê. Încîl dema behsa jidayîkbûna'îsa dike, dibêje ku sê Mox (sê pîrmend) bi rênîşaniya stêrkan hatine cihê jidayîkbûna 'îsa û rêza xwe li hemberî wî nîşan dane. Di wir de Înncîl dixwaze bêje ku mirovên mezin yên olî şahidê pêxembertiya îsa bûn. Hin ji peyvên wan yên serdema kuvnar tew peyva(derwêş) bi heman wateyê di serdema Medan de bikar hatiye.
Mox gelekî giring bûn ji bo mayîna desthilatîya Medan, ji ber wê dema ku Farsan, Med şikandin, çend Moxan keyseriya Medan dikir ji bo vegerandina desthilatîya kurdên Medî, bi taybetî Moxekî bi navê Berziye keyseriya Medan dikir û ji bilî Medan, piraniya neteweyên herêmê jî li pey wî çûn. Ew hewldan bû tehdîteke mezin li ser Farsan. Ji ber wê keyserên heft binemalên serekî yê Farsan di rojekê de êrîş birin ser Berziye û ew kuştin. Bi vê jî zêdetir baweriya xwe bi xwe anîn û dest bi serbirîna Moxan kirin. Piştre ew roj, di nav Farsan de wek cejnê lêhat û piştî çend salan piştî hingê re ew roj bibîr tanîn. Mox mirovê olî bûn di navbera mirov û xwedayan de, ji ber wê pêbendê xwedayan bûn, neku yê olekî taybet. Ji ber wê bi hêzbûna Eşkaniyan û derketina ola Zerdeştî re, ew, bûne Moxê Zerdeştî lêbelê, di bingeh de ne pabendê olekî taybet bûn, belkû pêbendê xwedayên cur bi cur bûn. Çanda mirovê olî û rola wî piştre bi hatina ola îslamê re di nav Kurdan de hê jî giringiya xwe mabû. Di encamê de bi hinek guherînan ve ew dab û nerît û rehê kevnar têkelî îslamê hat kirin. Ji ber wê gelek caran kurd pêşengê rêçika sofiyên serdema îslamê bûn. Yek ji wan rêçikên herî bihêz, rêçika Surewerdî bû ku bi navê bajarakê jidayîkbûna Şêxê mezin ê Surewerdiyan hatibû binavkirin, ku bajarokek e li Rojhilatê Kurdistanê. Umerê Surewerdî ku xwediyê rêçikê bû û mamê wî hê pêştir seretayîya wê damezirandibû, sofiyekî mezin ê Kurd bû û helbestên wî yên Kurdî –Hewramî hê jî hene û îro gora wî nezirgehekî mezin a dîrokî ye li bajarê Bexdayê û taxek bi navê wî heye û navê wê Taxa Şêx Emer e.Di rastiyê de rêbaza Surewerdî ewqasî bihêz bû, bû rêçikek nîv fermî ya dewleta Ebasî û xelîfe piştgirê vê rêçikê bû û weke şeklê îro xelîfeyê Ebasî ji bo meramên xwe yên siyasî sûd ji Surewerdî werdigirt. Gelek caran nûnerê dîbilomasî yê xelîfeyê Ebasî bû û keyseriya wan desteyan dikir ku dişandin cem Eyûbîyan û Selcuqî û dewletên din ên herêmê. Çendîn caran serdana Hewlêrê jî kiriye. Lêbelê di wê serdemê de ew sofiyên mezin kesên xwende û zana bûn û di gelek biwarê zanistî de şareza bûn.
Di rastiyê de ev çand ewqasî bihêz e û rehê xwe di nav Kurdan de berdaye, Sefewîyê şîe yên Farsan jî dîsa ji binemalekî kurd ê sofî çê bûn. Secereya binemala Sefewîyan ji "Şêx Sefiyedîn Ebdul Fetaḧ 'îşaqê kurê Şêx Emînedîn Cubrayilê kurê Selah Qutbedîn Ebubekirê kurê Selahedîn Reşîdê kurê Muhemed Hafzelkelamullehê kurê 'evadê kurê Pîroz Elkurdî Elsincanî (Pîroz Şah Kumzêrîn/Zêrîn Kum) pêk tê. Binemala Şêxên Sefewî yên kurd, xwediyê teke û rêçika xwe bi xwe bûn, hino hino bi sedema derketinên derfetên siyasî bûn şî'e û rêçika fermî ya olî ya welatê Îranê.
Bi heman şêweyê rêçika sofîyê neqşbendî yê cîhanî ku di bingeh de ne kurdî bû, lêbelê bi sedema guncanîya kurdistanê ji bo wan rêçikan û bingeha wê ya kevnar di wî warî de, piştre zanayekî kurd bi navê Mewlana Xalîd bû Şêxê bê rikeber ê rêçika neqşibendî. Bi hin guherînan re, piştre kiriye rêçika Xalidî. Mewlana Xalîd di serdemekî wisa de ku peywendîdanîn di cîhanê de gelekî zehmet bû, di herêmekî gelek berfereh de murîd û xelîfeyên wî di cîhanê belav bûbûn û di serdema xwe de rêçika sofîgeriya herî mezin û bihêz bû. Mewlana Xalîd ji bilî ku wî peyrrewîya neqşibendîyê dikir lêbelê îcazeya wî ya terîqeyên Qadirî û Surewerdî û Çeştî jî hebûye.
Çendîn sal berî Mewlana Xalîd, Şêxên kurdistanê bi qayîmbûna ola îslamê di herêmê de, xoyan guncandine û hino hino dev ji nasnavên xwe yên olî yên kevnar ê kurdî yên wek pîr û babe berdan û bûn şêx û seyid. Vê guherînê di olên êzdî û yarsan û druzî de jî reng vedaye û wan jî dev ji navê xwe yê kurdî yê kevnar berdane, seyd û şêx ketine cihê wan. Lêbelê di rastiyê de gelek xalên hevbeş di navbera van rêçik û olên kurdî de hê jî tên dîtin û ev jî derdixe holê ku ji bingeheke hevbeş hatine.
Îca em heke tenê li nav û gorên hin kesayetiyên kevnar ên li kurdistanê binêrin, beşek ji wan guherînan derdikeve pêş çav. Wek mînak; Pîrmesur, Pîrî Şewkêll, Pîrmem, Pîremegrun, Pîrî Sur, Bawe/Babe Mehmud, Bawe/Babe Serheng, Bawe Yadgar, Pîr Sehakî Berizncî, Babe Tayerî Hemedanî, Pîr Daniyallî Dallahoyî, Pîr Silêmanî Erdelanî, Pîr Teymurî Hewramanî, Pîr Huseynî Estembullî, Pîr Rastgoy Qeredaxî, Pîr Nazdar Xatûnî Şîrzay, Pîr Ehmedî Genceyî, Pîr Mehmudî Luristanî. . . . . piştre ew kesên piştî wan hatine, navê wan dibin seyid û şêx . Guherîn di hemû herêman de bi hevre pêk nehatiye, li gorî deveran di hinek cihan de derengtir rû daye bi taybetî deverên çiyayî yên asê de.
Di raboriyê de tekeyên van şêxan, cihê xwendin û zanistê bûye û şêx kesine xwende bûn û şarezayiya wan di gelek biwarên zanistî û olî de hebû. Mewlana Xalîdê neqşibendî mînakek e ji şêxên robarî yên kurdistanê. Bi guherînên sedeyê bîstem re hino hino tekeyan rolê xwe yên zanistî jidest dan û rêçika sofiyên wan jî zêdetir rûpoşeke ku naveroka wê ya betal a kevnar ji wan re ma ku îro zêdetir di sema û zîkr û deflêdan û stranên olî de tên dîtin.
Kesên bi ser van rêçikan gelekî pêbendê rêçikên xwe ne, ji ber vê bi sedema bandora van rêçikan li ser civakê pirî caran desthilatê herêmê sûd ji wan wergirtine. Her weke qala wê hat kirin, di serdema Ebasiyan de, xelîfe bi taybetî, Surewerdî ji bo bihêzkirina xwe bikar aniye û Surewerdî jî heman tişt kiriye. Osmanî û Sefewî û Qacaran û di serdema nû de jî hizba Baasê û welatê Urdun û hizbên kurdan jî sûd jê girtine. Wan jî hay ji vê lîstokê heye û îro hin ji wan di asta navdewletî de bi lîstoka siyasî ve mijûl in û rêçika xwe wek hizbekî siyasî di lîstoka siyasiyê de bikar tînin, lêbelê bi bergekî derwêştiyê. Di hin rewşan de jî şêxên van rêçikan di serdema nû de bûne xemxorên rastbêj yên gelê xwe. Mînakeke ji vê rewşê Şêx Me'şuqê Xeznewî ye ku li rojavayê, rejîma Sûriyeyê ji ber helwesta wî ya bi wêrekî li ser navê nezarîbûna xwe ji bo kurdên rojavayê diyar kirî, hat şehîdkirin.
De îca di vê gêre-şahiya van çend rojan de tê dîtin, temamkerê vê dîroka kevnar û weke gelek rûyên çanda kurdî, naveroka wê nemaye û zêdetir rûkêşa wê ya kurdî maye. Her çiqasî gelek kes îro henekên xwqe bi nêzîkatiyên derwêşan dikin jî , lêbelê bi ya min nêzîkatiya wan ne gelek cudaye ji nêzîkatiyên endamên piraniya hizbên kurdî yên îro. Di rastiyê de heke em bê teref li gelek hizbên nû yê kurdistanê binêrin, em ê bibînin ku gelek caran endamên wan wek derwêşekî bi kûrayî li pey rêbazên keyserên xwe ketine û her hizb e û gorek ji bo keyserê xwe yê mirî lê kirine û serdana gora wî ya pîroz dikin û wek derwêşekî peymana xwe nû dikin ku ji rêbaza keyser/şêxê xwe, xwe nedin alî û ew jî her heman dab û nerîtên şêxên kurdistanê dûbare dikin, tenê beşek ji rûkeş û peyvên wan hatiye guhertin.
Têbînî: Ev kurte gotar ne hewldaneke piştgirî yan dijîtiyê ye belkû pêngavakî serlinga ye bi mebesta têgihştina bingeha dîrokî ya vê rêçika olî ya kurdî ya kurdistanê ye. Derwêş û sofî di vê gotarê de bi gelemperî bikar hatine û di vir hewldana rave û cudahiya wan nehatiye kirin. Kurmancîkirin: Muhsîn Ozdemîr
2 notes · View notes
malummedya · 2 years
Text
‘Saddam Halepçe’de, Erdoğan Behdinan’da kimyasal silah kullandı’
‘Saddam Halepçe’de, Erdoğan Behdinan’da kimyasal silah kullandı’
HABER MERKEZİ – Halepçe katliamında ailesinden 28 kişiyi kaybeden Dêrin Pêşmergesi Fayeq Hewramî, Saddam’ın Halepçe’de, Erdoğan’ın ise Behdinan’da kimyasal silah kullandığını söyledi.   Türkiye’nin Federe Kürdistan Bölgesi’ne düzenlediği askeri operasyonlarda kimyasal silah kullanması tepkilere neden olurken, Halepçe katliamında ailesinden 28 kişiyi kaybeden Dêrin Pêşmergesi Fayeq Hewramî, Türk…
Tumblr media
View On WordPress
0 notes
naxosh · 7 years
Photo
Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media
KURDISH FOLK DANCE (kurdish: govend | halperkê) is a traditional hand-holding circle/line dance similar to those of the balkans, the levant (dabke), and of the caucasus. for kurds, both men and women dance in the same line, even holding hands, which is what separates kurds from the traditional gender-separated muslim world.
it’s believed this dance is at least 3,000 years old.
kurdish dance reflects samples of kurdish life over a span of thousands of years. rhythmic and elegant movements have originated from the kurdish way of life, beliefs, work and struggle, war and quarrel. if you look closely, some dances imitate the movements of animals, such as rams and bulls.
a common theme of this dance is unity. it’s achieved through close contact with other dancers and all movements must be performed simultaneously and synchronously.
the different ways the dancers are kept together are:
tilîya biçûk: dancers hold each others pinkies - most seen in the western portions of kurdistan [kurmancî speakers]
kelepçe: dancers are holding hands - most seen in the eastern portions of kurdistan [soranî speakers]
kêmber: dancers lock arms (one’s left & one’s right), the left hand is always put behind the dancer’s back and tucked into his piştwênd (scarf belt) - mostly seen in eastern kurdistan [hewramî and some soranî speakers]
mil: dancers hold each other by the shoulders (mil means ‘neck’ in kurdish). similar to this greek dance.
serbest: no contact between dancers, individual dancing (right here too)- least common in greater kurdistan area but is widely done in khorasan.
the dance line is led by the [kur:] sergovendu or the [sor:] serçopî (line leader and pacemaker) who carries the serçopî, a piece of cloth that is twirled in the air by the first and last dancers of the line. the rest of the dancers are called gawanî. the last dancer is called that as well in soranî but in kurmancî s/he is called the bingovendu.
it is considered impolite to take the place of the sergovendu/serçopî before one full circle is danced or until s/he gives it up. the line leader has free mobility to dance separately in front of the gawanî, as shown in this video. s/he also dictates which dance they will dance and at which speed.
the folk dance comes in many forms, depending on geographical location and tribe. dances from the cities of wan and bidlîs (this one is rly good) in northern kurdistan are the hardest to perform; they require speed and energy while performing a variety of movements. the easiest to perform but hardest to pick up is the dance from mêrdîn; while its moves are simple, it requires a developed sense of rhythm.
**if this post is updated, i will reblog it. click ‘keep reading’ to view some examples of each dance.
it may seem like many of them are the same, but they’re not as each has its own distinct movement and its own distinct history. the west [bakûr, rojava] has many more styles that i can identify as the east [başûr, rojhelat] usually just calls all dance hałperkê or şâyî. most dances are specific to one city but most, if not all, kurds will dance any type.
this is by no means official!! there are mistakes, specifically on the city of origin, because i’m not fully an expert! but most of them are correct!!
also: because some groups in the northern “kurdistan” area are actually kurdified assyrians, it is safe to say that some of these dances are/can also be assyrian dances as well -- also because we have lived among each other for so long we have the same dances.
styles of govend/halperke:
agir - 1 | 2 | [el, northern kurdistan
bablêkan - 1 | 2 [bitlis]
bojnoordi - 1 | 2 |  [khorasan]
cidda - 1 | 2 |
ciwânro - 1 |
côlana - 1 |  [silêmanî] -- just like ciwânro but the distinct swinging motion is what makes it silêmanî in origin.
çêlêbê - 1 | 2 | 3 |
çêpik - 1 | 2 | 3 (çepike serbest) | 4
çêpkî - 1 | 2 | 3
çopî - 1 | 2 | 3
delîlo - 1 | 2 |
karaçolê dersim - 1 | 2 | 3 | 4 [dersim, northern kurdistan]
dizo - 1 | 2 |
ekmeli - 1 | 2 | [urmiye, eastern kurdistan]
geryan - 1 | 2  [sinê]
giranî - 1 | 2 | 3 | 4 | [agîrî]
[yarım] goranî - 1 | 2 | 3 | 4 | 5 [mûş]
hijrok - 1 | 2 | [barzan, southern kurdistan]
karaçol - 1 | 2 | 3 | 4 |
kêmênçê - 1 | 2 | 3 |   [mêrdîn] -- this is called kêmênçê because it is usually danced to the kemenche, instrument
keç keçiki - 1 | 2 | 3 | [mûş]
koçerî - 1 | 2 | 3 |
koçgirî - 1 | 2 |
kurmanj - 1 | 2 | 3 | 4 | [khorasan]
marîwanî - 1 | 2 | 3 | 4 [marîwan, eastern kurdistan]
ovacık - 1 | [dersim]
şerizdin - 1 | 2 | 3 |
şêwko - 1 | 2 |  [riha, northern kurdistan]
şexanî - 1 | 2 | 3 | 4 (dîlana)
şexanî dîlana - 1 | 2 [barzan/barwan, southern kurdistan] 
şimşal - 1 | 2 | 3 | 4 [marîwan, eastern kurdistan]
sincanê - 1 |
xerzanê - 1 | 2 | 3 [bakûr]
133 notes · View notes
besinhaberajansi · 7 years
Text
Hewramî: Di demek nêzîk de dê dewleta Kurdistanê were ragihandin
Hewramî: Di demek nêzîk de dê dewleta Kurdistanê were ragihandin http://dlvr.it/N5Nc92
0 notes
bernamegeh · 4 years
Photo
Tumblr media
Jiyana Şeyda Hewramî Şeyda Hewramî (1784 - 1852) di sedsala 18an de li Kirmanşanê hatiye dinyayê helbestvanekî kurd bû.
0 notes
bernamegeh · 2 years
Text
Jiyana Baba Tahirê Uryan (Hemedanî)
Jiyana Baba Tahirê Uryan (Hemedanî)
Baba Tahir yan Baba Tahirê Uryan yan jî Bawa Tayer (bi Kurdiya Başûr), hozan, helbestvan, fîlezof û derwêşekî Kurd bû ku bi sedsala 11em li bajarê Hemedan de dijî. Naverok 1 Naznav (Leqeb) 2 Jiyan 3 Helbestvanî (Honrawebêjî) 4 Hindek Ji Helbestan 5 Helbestên Tev-Kurdî 6 Helsengandina Zimanê Çarîneyên Baba Tahîr Ligel Kurdî, Lûrî, Farsî 7 Helsengandin Ligel Hewramî, Kirmanckî, Lûrî,…
Tumblr media
View On WordPress
0 notes
bernamegeh · 4 years
Photo
Tumblr media
Ehmed Begê Komasî Ehmed Begê Komasî (1795 - 1876) yek ji helbestvanekê kurd e ku bi zaravayê Hewramî nivîsiye.[1] Mehrdad Izady, Kurd, r 176
0 notes
naxosh · 7 years
Photo
Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media Tumblr media
pictures of an old kurdish village, hecîc (هه‌جیج) in eastern kurdistan. the kurds that live here speak a dialect called hewrami. 
the river that runs next to it is the sirwan river; the mountains it lies in are called shaho (شاهۆ) and it nearby kanî bil (كانی بڵ), the biggest karst spring in kurdistan. kanî bil holds great cultural significance to the hewramî speaking kurds as it has been referenced many times in literature, songs, culture, and identity. it is in danger, though, of disappearing due to the derya dam being built closeby.
remnants found near the village estimate that this area has been inhabited since the middle paleolithic period because of neanderthal tools found nearby. iran has identified 100+ kurdish villages that will be preserved and developed for tourism, unfortunately.
5 notes · View notes
bernamegeh · 4 years
Text
Mîrza Elmas Xan
Mîrza Elmas Xan, anku Elmas Xanî Kenoleyî (1763 – ? ), helbestvanekî kurd yê bi zaravaya hewramî bû.
View On WordPress
0 notes
bernamegeh · 4 years
Text
Jiyana Mîrza Ebdilqadirê Paweyî
Jiyana Mîrza Ebdilqadirê Paweyî
Mîrza Ebdilqadirê Paweyî yan jî Mehzun Paweyî (z. 1850, Pawe – m. 1910, Kirmaşan) nivîskar û helbestvanekî kurd ê binavûdeng ê zaravayê hewramî ye.
Di çardeh saliya xwe de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Di jiyana xwe de li Iraq û Tirkiyeyê (wê demê ew der axa împeratoriya Osmanî bûn) geriyaye û fêrî zimanên erebî û tirkî bûye. Ji bilî wan zimanan Paweyî bi farsî jî dizanî bû. Paweyî di 62…
View On WordPress
0 notes