Tumgik
#mewlûd oguz
mevlutoguz · 3 years
Text
Podcast Kurdi: A New Brightness for Kurdish Broadcasting
Hevpeyv��na me ya li ser podcastên bi kurdî û tecrubeya Podcast Kurdiyê li ser Torgene Mediayê bi zimanê ingilîzî hat weşandin.
Our interview on Kurdish podcasts and the Podcast Kurdi experience was published on Torgene Media in English.
Tumblr media
Podcast Kurdi: A New Brightness for Kurdish Broadcasting Today, together with Mevlut Oguz, we talk about Podcast Kurdi, a media platform that has grown rapidly and attracted attention since the day it started podcasting. Oguz is a successful journalist and one of the founders of the Podcast Kurdî.
You can read the full interview here: https://torgene.com/podcast-kurdi-a-new-brightness-for-kurdish-broadcasting/
5 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîyê li Rojhilat
Tumblr media
Li rojhilat kîjan weşanxane û navendên rewşenbîrî hene? Taybetmendiyên sereke yên edebiyata rojhilat çi ne? Rewşa dawî ya weşangerî û nivîskarîya kurdî li Rojhilat çawa ye? Bersivan van pirsan û agahiyên zêdetir di podcasta me de ne.
Di beşa nû ya Derkenar ê de Mevlüt Oğuz bi nivîskar, wergêr û mamosteya zimanê kurdî Sayîme Xakpûr re li ser edeb û nivîskarî û weşangeriya kurdî li rojhilat hevpeyvînek kir.
Lînka guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/mevlut-oguz-derkenar-rewsa-dawi-ya-wesangeri-u-niviskariye-li-rojhilat/
6 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Mamosteyê ku bi KHKyê hatiye îxrackirin bi dersa kurdî debara xwe dike
Tumblr media
Her diçe rêjeya mamosteyên kurdî zêde dibe û ligel kurdan biyanî jî eleqeyekê ji bo zimanê kurdî nîşan didin. Gelo kurdî dikare bibe derfetek ji bo debarê? Ji bilî kurdan kî fêrî kurdî dibe û profîla xwendekaran çawa ye?
Mevlüt Oğuz li dor van pirsan sohbetek bi dilsoz û mamosteyê Kurdî Rifat Yildiz re kir.
Lînka guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/mevlut-oguz-derkenar-mamosteye-ku-bi-khkye-hatiye-ixrackirin-bi-dersa-kurdi-debara-xwe-dike/
4 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Çend kelam li ser kovara “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” û weşanên zarokan
Tumblr media
Hevkarê me Mevlüt Oğuz di beşa çaremîn a ‘Derkenar’ de yekem kovara zarokan a Kurdî ya bi navê “Girr û Gallî Mindallanî Kurd” dide naskirin û çend pêşniyaran dike.
Hun dikarin li ser vê lînkê li podcastê guhdarî bikin: http://www.podcastkurdi.com/cend-kelam-li-ser-kovara-girr-u-galli-mindallani-kurd-u-wesanen-zarokan/
4 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Dilbihar: Helbestên min hatin desteserkirin û li ber çavê min hatin şewitandin
Tumblr media
Hemîd Dilbahar dibêje nivîskarên girtî rastî pêkutî, zext û êrîşên fizîkî tên, “Pirtûkên ku nivîskaran bi xwe nivîsînê dema ji derve ji wan re tên şandin, ji wan re nayên dawîn… Ez bi xwe jî gelek caran rastî pêkanînên bi vî rengî hatime. Di dîlgirtina min a yekem de gelek helbestên min hatin desteserkirin û di bin çavan de, li ber çavê min hatin şewitandin.”
Di vê beşe de em bi Hemîd Dilbahar re, li ser rewşa nivîskarên girtî, derfetên xwendin û nivîsînê û nivîskariya li girtîgehê axivîn.
Lînka guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/dilbahar-helbesten-min-hatin-desteserkirin-u-li-ber-cave-min-hatin-sewitandin/
3 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Kemaçe û kemaçevanîya Torê; ji duh heta îro
Tumblr media
Muzîkolog û antropolog Dr. Argûn Çakir fêrî kurdî bûye û li ser muzîka kurdî lêkolînan dike û li kemaçê dide. Mevlüt Oğuz bi Dr. Çakir re li ser kemaçê û kemaçevanîyê hevpeyvîneke berfireh kirîye.
Di beşa heftemîn ya #Derkenar’ê de, akademîsyen Dr. Argûn Çakir mêvanê me bû. Em bi Dr. Argûn re li ser kemaçê û kemaçevanîya Torê axivîn.
*Min ev beş û beşa berî vê li studyoya Fugamundi tomar kirin. Ji ber ku studyoya xwe ji me re vekirin spasîyên xwe yên ji dil pêşkêşî heval Dogûkan û Yeşîm Xan dikim.
Lînka guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/mevlut-oguz-derkenar-kemace-u-kemacevaniya-tore-ji-duh-heta-iro/
3 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Dîrokçeya ferhengên kurdî û çend ferhengên bikêrhatî
Tumblr media
Mevlut Oğuz, di beşa pêncemîn a Derkenarê de li ser ferhengên kurdî/kurmancî sekiniye û dîmenekî giştî yên ferhengên kurdî derxistiye.
Ferhengên pêşî yên kurdî kîjan in? Heta niha di kîjan waran de û bi kîjan zimanan ferhengên kurdî hatine çapkirin? Di kîjan waran de hewcedarî bi ferhengên nû heye?
Bersiva van pirsan û ahagiyên zêdetir li ser ferhengan di beşa nû ya Derkenarê de ye.
Lînka guhdarîkirinê: http://www.podcastkurdi.com/mevlut-oguz-derkenar-dirokceya-ferhengen-kurdi-u-cend-ferhengen-bikerhati/
3 notes · View notes
mevlutoguz · 3 years
Text
Almanaka çand û hunera Kurdî ya 2020an
Tumblr media
Min di beşa nû ya Derkenarê de behsa buyer û berhemên çandî, hunerî, akademî û ferhengî yên sala 2020ê kiriye û hewil daye bi çavekî din li sala borî bê nihêrin.
Tevî ku 2020 saleke zor û zehmet bû jî, wekî ku tê xuyakirin kurdan gelek çalakî li dar xistine û berhem sazkirine. Li wêneyê manşetê nenêrin, di almanakê de beşên muzîk, wêşangerî, pêsangeh, konser, sînema, şano, çapemenî, dîrok û erdnîgarîyê jî hene; herwiha xelatên hatine dayîn û hunermendên ku îsal wefat kirine jî di bernameyê de hene...
Îro 21ê Berfanbarê, dirêjtirîn roja salê ango Şeva Yeldayê ye û ji sersalê re tenê hefteyek-deh roja man... 2020 bi koronayê derbas bû û xuyaye ku dê sala 2021ê jî bi derzî û vaksîna koronayê derbas bibe.
Rêxistina tenduristiya Cîhanî (WHO), 11ê Adarê koronavirus (Covid-19) wekî pandemî ragihand. Li gorî daneyên malpera Worldmetersê, hejmara pêketiyên koronayê, ji 75 milyon borîye û li seranserê cîhanê, zêdetirî milyonek û şeşsed hezar kes jî bi wê nexweşiyê canê xwe ji dest dane… Beriya destpêka koronayê bi çend hefteyan, 11 û 12ê Çile, li Amedê, bi beşdariya zêdetir ji 300 aktorên civaka sivîl, Tora Ziman û Çanda Kurdî hat avakirin. Di komcivînê da biryar hate dayîn ku ji bo pêşxistin û parastina ziman û çanda kurdî sala 2020an bibe sala Baba Tahirê Uryan û seferberîya ji bo Kurdî û gavên şênber bên avêtin.
Piştî peydabûna yekem haleta tûşbûna Covid-19ê bi demeke kurt, rewş wekî pandemî hat ragihandin û koronayê kir ku hemû çalakî, pîrozbahî û organîzasyonên mezin bêne rawestandin; Newroz, 8ê Adarê, 1ê Gulanê, 1ê Îlonê, roja Aştiya Cîhanî ûwd. Her wiha hema bêje hemû çalakiyên çandî û hunerî sekinîn, yan jî bo demeke nediayr hatin taloqkirin; tenê beşek ji wan, bi awayê online hatin pêkanîn. Tevî ku saleke zor û zehmet bû jî, kurdan gelek çalakî lidarxistin û berhem sazkirin.
7ê Sibatê, li Amedê, pirtûkxane û mekanekî wêjeyî û hunerî bi navê Wêjegeh Amed vebû.
Li Wêjegeh Amedê ligel gelek çalakî û bernameyan, di navbera tarîxên 25ê îlonê û 30yê cotmehê de, bi hevkariya Weşanxaneya Lîsê û Navenda Hunerê ya Diyarbekirê û bi piştevanîya Qad bo Çandê, Rojên Wêjeya Berawirdî yên Amedê bo cara sêyem, bi temaya ‘Dahatûya Pêjnkar’ hat lidarxistin. Abdullah Peşêw, Bavê Nazê, Ehmed Huseynî, Cîhan Roj û Lal Laleş jî di nav de, gelek nivîskar û şa’iran beşdarî li bernameyê kirin.
MUZÎK: Enstîtûya Çandî ya Kurdî-Almanî, Hemû Stranên Arşîva Radyoya Erîvanê li ser platformên dîjîtal belav kirin. Stranên Radyoya Erîvanê bi enstrumanên klasîk bi navê “DÎSA” wekî albûmekê hatin belavkirin; 10 stranbêjên Kurd ji helbestên helbestvanê kurd Kadir Buyukkaya albûmeke Kirmanckî ya bi navê “Vengê Royî” (Dengê Robar) tomar kirin. Ciwan Haco, 11ê Adarê bi du singileyên bi navê “Şevên Spî” û “Wilo” û 30ê Mijdarê klîbeke bi navê “Ti Ciwan î” ku di sala 1992yan de hatiye kişandin, piştî 28 salan, cara pêşî bi temaşevanan re parve kir. Pervîn Çakar ligel Tara Jaff sîngileke bi navê “Qimil” çêkir. Aynur Dogan, Hedûr; Agit Işık, Hez; Hêja, Stranên Neşûştî; Rûşen Alkar, Hêdî Hêdî; Rewşan, Tov; Nîhal, Şev; Bilind Îbrahîm, Min Bes To Divêyî; Mehmet Atli, Morî û Mircan; Tara Mamedova, Xewna Giran û Harun Elkî albûma bi navê Rev belav kir. Herwiha Hunermendên wekî Ciwan Haco, Mehmûd Berazî, Harûn, Rûşen, Rewşan, Tara vîdeoklîpên nû weşandin.
PIRTÛK Û KOVAR: Li gorî daneyên PENaKurd, di sala 2020an de, 71 niviskarên kurd girtî ne. Bi edîtoriya Nesîm Doru, Ferhenga Têgehên Felsefî derket; Mehmet Oncu, 4 cîld Gotinên Pêşiyan weşandin ku tê de 50 hezar gotinên pêşiyan cih digirin. Weşanxaneya Sîtav ê ev berhem çap kir. Romana Îrfan Amîda, Derî Vekirî Bihêle Wê Hechecik Vegerin ji Lîsê, romana Şêrzad Hesen, Hesar û Kuçikên Bavê min ji Darayê, romana Firat Cewerî, Derz ji Avestayê gihişt ber destê xwendekaran. Şener özmen, Şêxo Fîlîk, Murad Dildar, Abdurrahman Elçek û Fewzî Bîlge kitêbeke çîrokan derxistin. Avestayê hemû berhemên şa’irê mezin Berken Bereh çapkirin. Herwiha Siwarekî Bêniştîman a Osman Mehmed, Xunçeyên Heyamê ya Rizgar Elegez, Tarantîno û Babê min a Şêxmus Kurt û ‘Destê Min Li Destê Te Digere’ a Mem Ronga çap û belav bûn. Nûbiharê Mem û Zîna Hewramî çap kir. Weqfa Îsmaîl Beşîkcî Erdnîgariya Kurdistanê-1: Agirî ya Evirehman Onen; Weqfa Mezopotamyayê, Duzimanî: Zarok û Perwerdehî ya Cemîl Guneş weşand. ERKAM SOFTê ji bo perwerdekirina zarokan seteke bi navê Bêjan çap kir û herwiha yekem lîstîka online ya zarokan çêkir. Weşanxaneya SELê ku bi Tirkî weşanê dike, hemû berhemên Mehmed Uzun ji nû ve çap kirin. Bloga Zinarê Xamo, Hindik û Rindik ket 14 saliya xwe ku heta niha 7 hezar nivîst weşandine û herwiha pirtûka wî ya bi navê Strirîyên Me ji Nameyê derket. Sewsa Necat Zivingî ji Darayê, Ezdaya Rengîn Kardelenê bi etîketa Lîsê derket.
WERGER: Abdullah Încekan, helbestên 8 helbestkarên almanî wergerandin Kurdî û Nûbiharê çap kir. “Bhagavad Gîta” (Stranên Xwedê) yek ji deqên girîng ên edebî ku, beriya îsa bi 200 salî, bi zimanê sanskrîtî hatiye nivîsandin, bi wergera Hasan Hüseyin Öztürk derket. Nameyên Tolstoy û Ghandî bi wergera Fexriya Adaya; yekem romana Dostoyevskî “Merivên Reben” bi wergera Hesenê Metê; romana Robert Louis Stevenson a “Meseleya Seyr a Dr. Jekyll û Mr. Hyde” jî bi wergera Ciwanmerd Kulek û Sûc û Cezaya Dostoyevski bi wergera Medeni Ogut derket. Helîm Yûsiv bo farisî hat wergerandin û biryar e Mehmed Uzun bo îtalî bê wergerandin. Her wiha biryar e di sala nû de kovarên bi navê Herd, Kurdeçîrokê û The Rexşan dest bi weşanê bikin û kovara Barê wekî kovara helbestê weşana xwe bidomîne. Her wiha di mehên Mijdar û Berfanbarê de, li Wêjegeh Amedê bi rêveberiya nivîskar û wergêr Samî Hêzîl, bi navê “Girava Wergerê” û “Bîra Hevpar” du kargehên cuda hatin lidarxistin.
KURDÎ: Li Amedê Tora Ziman û Çanda Kurdî, Li Stenbolê Hereketa Zimanê Kurdî li hat damezirandin. Bo cara ewil li Stenbolê di banê şaredariyê de, li ÎSMEKan dersên Kurdî hatin dayîn. Hejmara dersdarên Kurdî û kanalên fêrkirina Kurdî li ser platformên dîjîtal zêde bûn. Di serdema koronayê de jî sazî û dezgehên Kurdan xebatên xwe ranewestadin, bereksê wê xurt û şên kirin: Bi pêşengiya akademisyen û nivîskar Dr. Îbrahîm Seydo Aydogan, Zanîngeha Kurdî ya Onlinê hat lidarxistin. Akademiya Îsmaîl Beşîkcî, di serdema payîzê de, bi seranavê Tecrubeya Perwerdehiya Kurdî kargeheke Kurdî vekir. Weqfa Mezopotamyayê, bi beşdarîya akademîsyen û folklorzanên kurd "Kursa Çanda Devkî û Berhevkarîya Berhemên Folklorê" çêkir. Komeleya Lêkolînên Kurdî ligel dersen Kurmancî, Kirmanckî û Soranî dersên Hewramî jî dane destpêkirin û kanaleke Youtubeê bi navê “Kurt û Kurmancî” vekir. Bi pêşengiya Adnan Firat û bi mijara, Destpêkê Edebiyata Kurdî, Dersanaya Kurdolojiya Online ya Kurdî hat vekirin.
PÊŞANGEH/KONSER: Bi piştgiriya Odeya Bazirganî û Pîşesazîyê ya Amedê (DTSO), Hunermendê MA Muzîkê, bi navê Dengê Qedîm: Konserên Amîdayê, li cih û warên dîrokî wekî Şikeftên Hesûnê, Keleha Zêrzewanê û navçeya Gêla Amedê konser dan. Herwiha Tora Ziman û Çanda Kurdî û Wêjegeh Amed, Nûbihar, Amîdart û Chalak Eventsê jî çalakiyên online birêve birin. Pêşangeha Ahmet Guneştekin bi navê Jûra Bîrê li Stenbolê û Amedê; Nehatiye Dîtin a Zehra Dogan li Stenbolê hat lidarxistin. Herwiha hunermendê ciwan Hogir Ar jî pêşangeheke online li dar xist.
SÎNEMA Û MODE 21ê Çile, bi edîtoriya Leyla Arisoy û Ayşenur Ozelê kovara Modeyê Kubar dest bi weşanê kir. Hevkara me Fatoş Yildiz dest bi bernameyeke sînamê bi navê Kadraja Kurdî kir û heta niha 8 beş parve kirine. 7ê Tîrmehê bi edîtoriya Mehmûd Beyto û Cîhan Ulus Kovara Sînemayê, Temaşeyê dest bi weşanê kir. Kovara Kürt Tarihi di hejmara 40î de dosyeyeke taybet li ser Sînemaya Kurdî weşand. Derhêner Alî Kemal Çinar di dema koronayê de li mala xwe kurtfîlmekî bi navê Dilop kişand û li ser YouTubeê weşand. Bi produksiyona Mehmet Aktaş û derhêner Hisên Hesen di şert û mercên koronayê de fîlmekî bi navê Bûka Baranê hat kişandin. Di fîlmî de Şilan Duzdaban, Bengîn Elî jî tê de cî digirin.
ŞANO: 13ê Cotmehê, di demeke ku şanogerên Kurd derfetê nabînin derkevin ser dikê, bernameyeke bi navê Hinek Henek ku ji skeçên henek û yariyan pêk tê, dest bi weşanê kir û rastî eleqeyeke baş hat. Di tîma Hineke Henekê de, lîstikvanên Teatra Jîyana Nû, Teatra Mencer, Şanoya Bajarê Amedê û Teatra Yekta Hêvî hene. Derhêneriyê Nazmî Karaman dike û lîstikvanên wekî Yavuz Akkuz, Rugeş Kirici, Özcan Ateş û Abdullah Tarhan û Avşîn Adiguzel lîstikvaniyê dikin. Şanoger Berfîn Zenderlioglu, bi hevkariya Şermola Performans û Chalak Eventsê kargehekê şanoyê bi Kurdî lidarxist. Kargeh ji ber pandemiyê demekê online jî dewam kir. Lîstika yekem a ku Tuncay Ozel ku wî bi xwe nivîsiye û tê de lîstiye û mijara wê bendava Ilisuyê û Heskîfê e, Keypha12500, cara ewil, 27ê Mijdarê Stenbolê hat pêşandan.
Lîstîka Teatra Jiyana Nû ya bi navê ‘Bêrû’ ku ku ji aliye nivîskarê îtalî Dario Fo ve hatiye nivîsîn û derhêneriya wê Nazmî Karaman dikir, li Stenbolê û Rihayê bi hinceta ku propagandaya rêxistinê dike hat qedexekirin. Bi kordînatoriya Mîrza Metîn Komîteyeke Şanoyê Komîteya Kurdî a Eurodram ê, piştî damezirana xwe, çalakîya xwe ya pêşîn pêk anî û encama bijartina 2020an eşkere kir. Komîteyê, şanonameyên Mistoyê Heco, Kemal Orgun û Yusuf Unay hilbijartin.Ş anonameya Mîrza Metînî Dîsko 5 No’lu ji kurdî bo ingilîzî û Erdkêşî bo Almanî û Frensî hat wergerandin. Mîrza Metîn bi şanonameya xwe ya Dîsko 5 No’lu bo Festîvala MENA – Beyond The Mask Festival New Yord (online edition) hat vexwendin û şanoname bi performansa Sinan Eczacibaşi, bi ingilîzî hate xwendin. Hestû Tv, bernameyeke mîzahî bi navê Şildim Bildim û çend lîstikvanên ciwan ên batmanî rêzefîlmeke bi navê Îşev li ser înternetê weşandin. Danser û koreograf Dîlan Yogun, performanseke dansa modern ya bi navê Gav Bi Gav pêk anî û di çarçoveya WêjegehAmedê de helbest-fîlmekî bi navê Medûsayê çêkir.
ÇAPEMENÎ: Bi kordînatoriya Mihemed Salih Bedirxan û Rabîa Çetîn platforma podcastên bi Kurdî, Podcast Kurdî 21ê Adarê dest bi weşanê kir. Le Mond Diplomatika Kurdî, di bin banê Weşanên Rûpelê de û bi kordînatoriya Yado Ciwan ve ji nu ve dest bi weşanê kir, Dîplomatîka Kurdî mehane û wekî PDF tê weşandin. E-rojname hat girtin û Rojnameya Welat ji nû ve dest bi weşanê kir. 1ê Tebaxê, li Qazaxistanê cara yekem televizyoneke kurdî bi navê Yekbun TV dest bi weşanê kir. Weşanxaneyek din a Kurdî bi navê Weşanên Payîz dest bi weşanê kir. Botan International û Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) Kargeheke Rojnamegeriya Kurdi li dar xistin.
DÎROK-COGRAFYA: 9ê Çile, ava bendavê Ilisuyê gihişte Heskîfê; Navend 10ê Nîsanê di bin avê de ma û 5ê Tîrmehê bi tevahî di noqî ava bendavê bû. Keleha Zêrzevanê ya li navçeya Çinara Amedê, ket Lîsteya Mîrateya Dinyayê ya UNESCOyê. Pira Malabadê û Keleha Wanê ketine listeya demkî ya mîraten dinyayê. UNESCOyê parêzgeha Silêmaniyê, wekî ‘Bajarê Edebiyatê’ pesend kir.
XELAT: “Xelatên Mûsa Anter û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad” bo cara 27an hatin dayîn û di beşa nûçeyên Kurdî de peyamnêrên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Fahrettin Kiliç û Ayşe Surme wergirtin û herwiha Medya Uren a Jinnewsê layiqî xelatê hat dîtin. Suat Baran bi dosyeya xwe ya bi navê Kitêba Elbakof, Xelata Helbestê ya Arjen Arî wergirt. Xelata Çîrokan a Şêrzan Kurt jî Kenan Erdencî bi çîroka xwe ya bi navê Demên Xwerû qezenckir. Xelata taybet a Artissimayê îsal Zehra Dogan wergirt. Artissima yek ji pêşangeha hunera hevçerx a Îtalyayê ye û her sal li ser navê hunermenda îtalî Carol Rama didine hunermendên jin. Jina Kurd a bi navê Bijîn Hesen a 28 salî a ji Rojavayê Kurdistanê li Almanya Xelata Salê ya Entegrasyonê wergirt.Rojnamevanê Kurd Alan Kaval li Fransayê bi nûçe-analîza xwe ya derbarê girtiyên DAIŞî yên li Rojavayê Kurdistanê, xelata herî mezin a rojnamevaniyê li Fransayê "Xelata Albert Londres ya 2020an" wergirt. Nivîskara Kurd Sara Omar ku niha li Denmarkê dijî, xelata herî prestîj a edebiyata wî welatî ya bi navê Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr wergirt. Xelata Edebiyatê ya Laurusa Zêr bi wergirtina Sara Omar, yekem car e ku nivîskarek ji Rojhilata Navîn wê xelatê distîne. Fîlmê ‘Barê Giran’ yê Yılmaz Özdil, di "Festîvala Navneteweyî ya Enqereyê" de xelata "Baştirîn KurteFîlmê Tirkiyeyê" wergirt. 3yê Adarê, Wezareta Rewşenbîrî ya Herêma Kurdistanê Xelata Pênûsa Zêrîn da nivîskar Firat Cewerî; Eta Nehayî bi romana xwe ya bi navê “Grewî Bextî Helale”, di bîstemîn Xelata Wêjeyê ya Mehrganê de ku li Îranê tê dayîn, di beşa “Romana bi Zimanê Zikmakî” de xelata romana herî baş a îsal wergirt.
WEFAT: Îsal gelek nivîskar û rewşenbîr û hunrmendên kurd ji naa me bar kirin ango kiras guherandin: Mîrê Bisqê Seid yusiv di 26ê Sibatê de li Stenbolê koça dawiyê kir. Hunermend Seîd Gabarî (Bavê Bêkes) 4ê Adarê di xwe de li Hewlêrê; Bilbilê Amedê Dengbêj Seyidxanê Boyaxcî 5ê tîrmehê li Amedê koça dawiyê kir. 7ê Tîrmehê, kemanjenê naskirî yê ji Kobaniyê, Hemedê Dûman ango (Mihemed Xelîl Xazî li Enqerê wefat kir. Nivîskar, zimanzan û siyasetmedar Hemîdê Smaîlaxa (Hamit Kılıçarslan) 27ê Mijdarê, li Enqerê wefat kir. Helbestkar Usênê Qeremanî (bi navê xwe yê naskirî Mehmet Çetin) 9ê Cotmehê li Stenbolê ji ber penceşêrê wefat kir û Seydayê Gurdilî (Mele Amadettin Yetiz) 3yê Berfanbarê, ji ber koronayê li Batmanê koça dawiyê kir.
Sala 2020an bi koronavirusê, bi amar û îstatîstîkan; bi haletên tûşbûnê û qedexeyên derketina derve (lockdown); bi rûpoş û dezenfektanan derbas bû û xuyaye wê 2021 jî bi vaksîn û derzîyên COVID-19e derbas bibe.
Bi hêvîya saleke xweş û geş; bi hêviya ku rojekê berî rojekê, ev şewba giran, bi temamî ji holê rabe. Di sala nû de, çi meqsed û miradên we hebin bên cî inşala. Ji niha ve sersala we pîroz be û di sala nû de jî, bila guhê we li Podcast Kurdiyê û Derkenerê be. Her şad û bextewer bin. Dembaş.
WEB: https://lnkd.in/d6Bs9cK
SOUNDCLOUD: https://lnkd.in/dTimjFT
SPOTIFY: https://lnkd.in/dWD6duR
*Ev almanak cara pêşî wekî podcast li ser Podcast Kurdiyê hatiye weşandin, piştî weşanê çend nav û berhem lê hatine zêdekirin. (M.O)
*Hemû beşên Derkenarê
2 notes · View notes
mevlutoguz · 4 years
Text
Nasnameya Qîrînekê*
Tumblr media
wêne, zeftkirina/tomarkirina kêliyek ji kêliyan e, lê ev tomarkirin gelek caran ji hed û sînorê wênegir derdikeve û dibe tiştekî din. li gorî walter benjamin, “wêne, ew kêlî ne ku bi çavan nayên xuyabûn an mirov wan ferq nake lê bi alavên teknolojîk xuyakirina wan pêkan dibe û bi şêweyeke din xwe digihînin rasteqîniyê”. 
esther leslie jî li benjamînî zêde dike û dibêje, “çirûska gengazbûnê tê û li keviya wên bi cih dibe. li kevî û kenarên wî cih û warî  wê gavê yan jî di hêmanên nedîtî de, dîrokeke veşartî ye heye ku li benda vedîtinê ye.”
Tumblr media
rockstarê kurd harûn elkî yê di salên çilî de lê her dem ciwan, piştî demekê derdikeve ser dikê û ez ê zindî li wî guhdar bikim, lewra bi kelecan im. 
dema saeta konserê tê, ew derdikeve ser dike û bin ronahiyeke zenûn de wekî stêrkeke ronak diçirûse. di destê wî yê rastê de mîkrofonek heye, yê çepê li xwarê ye; tiliyên wî yên afirîner li ser têlên gîtarê bi hêminî diçin û tên yan jî bi nazikî depê gîtarê dipelînin. 
du-sê bişkokên gomlekê wî vekirîne, çavgirtî ye, eniya wî ber bi jor ve ye û diqîre. “zagros zagrooos…”
Tumblr media
 hunermend, bi hemû liv û tevgerên xwe û her tayên porê xwe wekî ku hewil bide cîhetê newayê biguherîne bi biryar e; ew û qîrîna xwe di navenda wêne û kadrajê de ne. wê kêliyê tu dibêje qey qîrîna wî bi dest û tilî dibe û hemû guhdaran vedixwîne ser dikê û xaçerêka ku ji salên nodî ve tê de dimeşe. “nasnameyeke asî yîîî…”
Tumblr media
 ligel ku konsert li mekanekî mutewazî ye û pergala wê ya dengî û akustîka wê zê baş nebe jî dibêjim qey, dik jî û dîwar jî jê re back vokalê dikin; eger mirov bi baldarî guh bide awaz û stranê, rîfên gîtarê û bersivên bassê dê werin bihîstin… pê re jî bateriyekê dîn û har û dengê zîz û xweş ê harûnî.. 
sehnê jê re piçûk tê yan ew mezin dibe, mezin dibe û nema dihewe li ser. piştre jî; karxezalê, asiyên tebaxê, canê di bêrîkê de, bê te naçim û zagros zagros.“tu heyî, tu ji me yîîî…”
 *cara ewil di hejmara 10an ya flashhilatê de hatiye weşandin (mijdar, 2019)
1 note · View note
mevlutoguz · 5 years
Text
bêndera çandê – 174/180
          ji bo camêr û maqulekî civata kurdî li stenbolê mihemed bilen
174. şeva par lagerkvistî li stenbolê
bi minasebeta şeva par lagerkvist em îro (28.11.2018) bûn mêvanê konsulxaneya swêdê ya li stenbolê û nivîskar firat cewerî (1959). nivîskarê swêdî par lagerkvist (1891-1974) xelatgirê nobela edebiyatê ye. berhema wî ya navdar barabbas ku li gelek zimanan hatiye wergerandin bo kurdî jî hat wergerandin. kurdiya wê îsal bi wergera nivîskar firat cewerî ji weşanên avestayê derket.
Tumblr media
(firat cewerî, şeva par lagerkvistî li balyozxaneya swêdê ya li stenbolê )
di şeva lagervkvistî de neviya par lagerkvistî, lîstikvan hedvig lagerkvist û nivîskar firat cewerî bi me re bûn. digel kurtedanasîna par lagerkvistî bi sê zimanan (swêdî, kurdî û tirkî) beşek ji barabbasê hat xwendin. swêdiya barabbasê hedvig lagerkvistê, tirkiya wê irem uzunhasanoglu û kurdiya wê jî firat cewerî xwend. nivîskar firat cewerî di axaftina xwe de ev tişt anîn zimên: “armanca min bi van şevan ew e ku em zimanê kurdî ji belengaziya ku lê hatiye barkirin rizgar bikin û bikişînin qesr û konaxan da ku bi xwediyan şîrîn bibe. ji ber ku her tim zilm lê hatiye kirin, her tim biçûk hatiye dîtin; hatiye qedexekirin û weke nîşana cehaletê hatiye dîtin. na, hevalno! zimanê me, ji zimanê xelkê ne çêtir be jî ne kêmî yê wan e. zimanê me ye, bi me re çêbûye. bi rêya wergera ji edebiyata dinyayê zimanê me bêhtir dikemile û  dibe şirîkê zimanên dinyayê.”
di şahiya ku di hewaya kokteylê de derbas bû hunermend rewşan çelîker û koma xwe konserteke piçûk dan. di dawiya şevê de wergêrê pirtûkê firat cewerî û neviya par lagerkvist, hedvig lagerkvisk barabbasa li kurdî hatiye wergerandin îmze kirin. hêjayî bibîrxistinê ye ku bi tenê kesên vexwendî, beşdarî şevê bûn û vexwendname bi tirkî û kurdî bû. belê, balyozxaneyê bi kurdî û tirkî em vexwendin bernameyê. ji ber vê yekê ez gelek gelek şa û bextewar bûm. 
di şeva par lagerkvistî de çendîn nivîskar, şa’ir, rojnameger, hunermend û maqûlên stenbolê amade bûn. li salona nezîh a konsulxaneyê, di bin avîzeyên mezin û îşiqên ronak de herkes ji hedê xwe zêdetir bedew û qeşeng bû. ji bo mazûvaniya konsulxaneya swêdê ya li stenbolê û rêzdar firat cewerî û mêvanên ezîz ên şeva bedew û bêna ji dil û can spasiyên xwe pêşkêş dikim.
* tevî ku em welatiyê vê dewletê ne; dixebitin, hildiberînin, bacê didin û leşkeriyê dikin (min leşkeriya xwe di navbera 22.11.2018 û 11.01.2019’an li çekmekoya stenbolê bi pereyan ango bedellî kir) dîsa jî em ji xweşiyên wiha bêpar in ez ê tu carî wê efû nekim û dê kela dilê min sar nebe.
175. weke sazî û navendeke weşangerî û rewşenbîriya kurdî li stenbolê: avesta*
yek ji weşanxaneya herî mezin û girîng a kurdî, weşanxaneya avestayê, di dawiya sala 2018’an de, piştî şeb-i yeldayê yanî şeva herî dirêj a salê (22.12.2018 şemî) li navçeya beyogluyê ya stenbolê bi kokteylekê cihê xwe yê nû vekir û ji xwîneran re got merheba.
Tumblr media
(avahiya avestayê ya li stenbolê)
tevî nivîskar û xwendekarên avestayê şa‘ir, hunermend, siyasetmedar, rojnameger, blogger û çendîn kurdên stenbolnişîn beşdarî kokteyla vekirina cihê nû yê avestayê bûn. çalakiya vekirinê ku piştî danê nîvro dest pê kir heta mexrebê berdewam kir, di atmosfereke gelek gelek germ de derbas bû.
di merasîma vekirinê de belkî qurban nehat şerjêkirin lê li devê derî hinar hat şikandin û ��ampanya hat vekirin. ev yek bi min gelek gelek nazik û kubar hat. di merasîmê de qeflek însan hat û yek çû; di nava mêvanan de neviyên celadet alî bedirxan (1893-1951) jî hebûn. nevîyên bedirxanî, bi seredana xwe şeref dan weşanxanê û mêvanan.
ji aliyê din ve, bi saloxan youtuber gîska gerok gulsumakê ji moskowayê û blogger perxudres taa ji amedê û esrakê47 jî taaa ji zeytinburnuya dûr û derez hatin û beşdarî merasîmê vekirinê bûn û elbet şeref fan rê û resmê.
cihê nû yê avestayê, avahiyeke 6 qetî ya bi şaneşîn e û berê weke mal dihat bikaranîn. ev avahî li gorî eslê xwe hatiye restorekirin û dîzaynkirin. hundirê avahiyê bi awayekî modern û mînîmal hatiye dirûstkirin. herwiha li avahiyê, xeml û xişrên çanda kurdî jî darî çav in. qeta bodrûmê weke depo tê bikaranîn, qeta pêşî cihê pirtûkfiroşiyê ye. qetek jê odeya xebatê ye, qetek arşîv û pirtûkxaneya abdullah keskîn û avestayê ye. qetek metbex û cihê bêhnvedanê ye. li cihê weşanxaneyê herwiha terasek jî mewcûd e ku dema ku hewa xweş be abdullah keskin mêvanên xwe li wir diezimîne.
di kokteyla vekirinê de xwedî û edîtorê weşanxaneya avestayê abdullah keskin û kedkarên weşanxaneyê songul keskin û kiymet koçkan bi awayekî semîmî pêşwazî li mêvanan kirin û yek bi yek bi wan re elaqedar bûn. beşdaran û mazûvanan tevî şerab û şirûbên xwe, li ser mijarên cur bi cur sohbet û muhabbet kirin û civateke bi kurdî gerandin.
li dîwarê derenceya di navbera du qatan da fotografên gelek nivîskar û edîbên kurdî hatine daleqandin ku mirov dikare vê weke nîşaneya qedirşînasî û hevgirtina peyv û kelama kurdî bi nav bike. li ser vê yekê keskin wiha got: “zehmet bû lê bû, heta ji me hat me hemû anîn ba hev, mala wan a ji peyvan me kir mala xwe, mala we, mala me hemûyan…”
Tumblr media
(wêneyên edîb û nivîskarên kurdî li weşanxaneyê avestayê)
bi qasî min dît, hemû beşdar ji hedê xwe zêdetir qeşeng û bedew bûn û ewçend nazik û kubar.. di dawiya çalakiyê de beşdaran ji avestayê têra xwe pirtûkên kevn û nû yên weşanên avestayê kirîn. piraniya civata kurdî ya li avestayê piştî bername bi dawî bû, çûn konserta kerem sevinç a li cemiyetê û bernameya a chalak eventsê ya bi navê dengbjê nightsê.
hêjayî bibîrxistinê ye ku weşanxaneya avestayê ji sala 1995’an û vir ve di nava kar û barê weşangeriyê de ye û heta niha piraniya wan bi kurdî/kurmancî, zêdetirî 600 kitêb çap kirine. herwiha avesta heta derfet hebe, dixwaze pirtûk û belgeyên li ser kurd û kurdistanê dîjîtalîze bike û bibe navendeke serlêdanê  ya zanîn, rewşenbîrî û lêkolîneriyê.
navnîşana nû ya avestayê wiha ye: şehit muhtar mahallesi, basma tulumba sokak, no: 5 beyoglu / stenbol
*ev nûçe / çavdêrî cara pêşî di hejmara 4’emîn a PopKurd’ê de hatiye belavkirin.
176. şeva bixêrhatin û hevdîtinê ya nivîskar cemil turan bazidî li avestayê
avestayê piştî vekirina cihê nû, 19’ê sibatê yekem çalakiya xwe lidarxist. çalakiya yekemîn ‘şeva bixêrhatin û hevdîtinê ya cemîl turan bazidî’ (1955) bû. di şeva bixêrhatinê de bi tenê mêvanên vexwendî beşdar bûn. ez jî yek ji wan kesên vexwendî bûm. xwediyê avestayê abdullah keskin di çalakiyê de bixêrhatin li nivîskar cemîl turan bazidî kir û diyar kir ku di demên pêş de wê berhemên bazidî ji weşanên avestayê derkevin. keskin di merasîma vekirinê de axaftinek kir. keskin di axaftina xwe çêlî bi nivîseke celadet alî bedirxan kir û got. “nivîseke celadet alî bedirxan heye bi navê ‘lehî’. [Bedixan di wê nivîsê de] dibê, kurd tev de weke dilopên baranê ne. lê ya muhîm ku ew dilop bêne ba hev. dema ku ew dilop hatin ba hev, felata [rizgarî] welatê me, wî çaxî wê mimkûn be.”
Tumblr media
(cemîl turan bazidî, 19.02.2019 avesta / stenbol)
piştî keskin bazidî axivî û diyar kir ku ew 35 sal e ji welêt dûr e û wî her dem hewil daye çand û huner û jiyana gelê kurd bide naskirin. bazidî bi kurdiyeke fesîh ev tişt gotin: “te got kesî xerîb li vê derê tine, hemû xwediyê malê ne. ez jî di nava van kîtaban û kitêbxaneyê de, di nava vê çand û kulturê de, (berê xwe da fotografên edîb û nivîskarên bi dîwêr ve) di nava van şexsiyetên mezin ên kurd û kurdistanê de, dilê meriv geş dibe; ez kêfxweş im ku di nava we de me [bi we re me]. avestayê biryar daye ku kîtabên min hêdî hêdî bi kurdî werin çapkirin. wê demê ez bawer im, hûn bixwînin, hûn ê zêdetir min nas bikin. 35 sal e ez dûrî welat im. 35 sal e dixwazim çand û hunera gelê xwe, gelê kurd li ewropayê zêdetir were naskirin. ji bo vê yekê jî xelata UNESCO’yê dane romana min. ew xelat ne tenê xelata min e, ew xelat ya tevahiya gelê kurd e, kî lê xwedî derkeve xelat a wî ye. ez kêfxweş im ku bi dilopeke piçûk be jî, di nava çandê de heme. wekî bedirxan jî gotiye, gelê kurd dilop dilop dibe behr û hêvîdar im ew behr jî welatê me azad bike, kurdistanê serbixwe bike.”
* hêjayî gotinê ye ku nivîskar û rojnameger cemîl turan bazidî bi eslê xwe ji bazîdê ye û zêdetirî 30 salî li paytexta yewnanistanê atînayê dijî û li wir di wezareta çapemeniyê de û rojnameyeke mezin a yewnanî de wek rojnamevan dixebite. jiyana wî ji aliyê nikos kasdaglis ve bi navê ‘ararat astreftei’ bûye mijara romanekê. heta niha bi yewnanî 6 romanên wî, lêkolîneke wî, antolojiyek û ajandayeke wî çap bûye. romana wî ‘çavên gurgî’ (bi tirkî kurdun gozleri) ji aliyê weşanên ayrintiyê ve li tirkiyê çap bûye. bazidî bi romana xwe ya bi navê ‘navê min azad e’ (me llamo asad) hêjayî xelata taybet a akademîk a UNESCO´yê hate dîtin. hemû berhemên bazidî di demeke nêz de ji aliyê avestayê ve tên çapkirin.
ji kelecana şevê min ji xwe ji bîr kir ku pirtûkê pê bidim îmzekirin. paşê roja înê (22.02.2019) li haznedarê me hevdû dît û me ji nêz ve hevdû nas kir û sohbeteke dûr û dirêj kir. wê rojê xalo cemîl (cemîl turan bazidî) pirtûka xwe ya bi navê ‘çavên gurgî’ ji bo min îmze kir. min jî ziryabek diyarî da wî. şev û rojeke nejbîr bû.
177. wêneyên balkona orhan pamuk
nivîskarê tirk ê xelatgirê nobelê orhan pamuk (1952) 15’ê sibatê li avahiya yapikrediyê ya li meydana galatasarayê bi navê ‘wêneyên balkonê’ pêşangehe vekir. di pêşangehê de wêneyên ku pamuk ji balkona mala xwe ya li cihangirê kişandine têne nîşandan. di wêneyan de bosfor, nîvgirava dîrokî, halîç, uskudar, kadikoy, giravên stenbolê, derya, wapor, çivîk  û asoyên rengî û ronak ên stenbolê xuya dikin. pamuk ji nava 8.500 wêneyan zêdetirî 500 wêneyî hilbijartiye û di pêşangehê de dane nîşandan.
* di pêşangehê de tevî ku di derbarê wêne û wênegiriyê de gelek jêwergirtin (îktîbas) û pasaj hene, bo nimûne, “wekî berê gelek caran hatiye gotin, ji aliyê dîtbariyê ve pêwist e wêne beyî gotinan xwe bide îfadekirin, yan na ew dê bi ser nekeve.” lê bi qasî min dît mixabin mirov bandora vê yekê nabîne. belkî ez şaş bim yan jî baş jê fêm nakim lê heçku tu taybetmendiya van wêneyan tune ye, ji bilî ku pamuk girtine. bi tenê mirov dikare bibêje ku manzaraya balkona wî seyr e û ji vê devera seyr hinek kolaj û serî-fotograf kişandine.
Tumblr media
(wêneyên balkonê, orhan pamuk, yapikredi / istiklal)
* gelek wêneyên pêşangehê hene ku li ser înstagramê bêne parvekirin, temam ez fêm dikim lê ne layiq in ku li galeriyekê an jî li pêşangehekê wiha werin pêşandan. bi gotineke din bi dehan, belkî bi sedan wêneyên wiha hatine girtin, bi rastî tekane taybetmendiya hinek wêneyan ew bu ku ji aliyê pamuk ve û ji ‘balkon’a wî hatine kişandine. pêşangeh dê heta 27’ê nîsanê vekirî be. biçin bibînin, hûn dê heq bidin min.
178.  
demekê dîroknasê tirk ilber ortayli zimanê orhan pamuk rexne kiribû û amaje kiribû ku ew bi tirkî jî û bi îngilîzî jî nizane. ortayli ji bo pamuk gotibû, “di kîtabeke xwe de dibêje ‘mele di wextê banga esrê de derkete balkona camiyê û bang da.’ her kesê vê civakê dizane ku saeta bangê tine wextê wê heye. li mizgeftan balkon tine lê şerefeya minareyê heye. bangê jî ne mele lê muezîn dixwîne. ji vê nimûneyê jî diyar e ku, ew ên ku bêyî ku haya wan ji civaka wan hebe tiştinan bikin rast nakin.”
* çi eleqe nizanim lê ji nişka vê ev risteya bateyî kete bîra min, beyî ku li kitêbê binerim dinivîsim. ‘hate burca şaneşînê (balkon) sed melayîk çûn silav’. hemû wêneyên pêşangehê risteke bateyî nakin!
179. haîkûyek:
b’herhal xewnên xweş dibîne
ava di cirnikan de
       serê nîsanê
180. pêşniyara pirtûkan
Tumblr media
keloktîf, rêbera rastnivîsînê, weşanên weqfa mezopotamyayê.
destanên kurdî, berhevkar: o.celîl, c.celîl, wardoz
antolojiya dengbêjan (şakiro-reso), o.guneş & i.şahin, nûbihar.
mîkaêlê reşîd, we’de-pencere-mitale, amadekar: i. ulak, belkî.
a. rimbaud, birqên direxşan/illuminations, werger: e. sertem, avesta.
fatma savci, danê baranê, avesta.
bahoz baran, qîza bavê xwe, wardoz.
selim temo, horasan kurtleri, alfa.
nîşe:
28’ê sibatê saet 20.00’an li şa performans’ê em dê bi aziz tekin û esra boga re û li ser blog û blogeriyê biaxivin. hemû heval vexwendî ne. 
Tumblr media
sibat2019stenbol
3 notes · View notes
mevlutoguz · 6 years
Text
bendê çandê -130/137
 131. kevneşopiyeke nivîsandinê: îthaf 
îthaf (sunu, adayiş)  pêşkêşkirin ango xelatdayîna bo kesekî an bo çend kesan. weke termeke edebî îthaf, diyarîkirina nivîskar an jî şaîrekî bêyî ku li beranberî wê tiştekî hêvî bike, bi tenê bi mebesta nêzîktêdayîneke hezkirinê, evînî û manewî ye. di edebiyata trikî de cara ewil bi vatan yahud silistre (1873) ya namik kemal ev kefneşopiyê dest pê kiriye. hin kes jê vê kevneşopiyê dibine heta bi dema nivîsandina kutadgu biligê (1069) nivîskarên kurd bi piranî berhemên xwe diyariyî dê û bavê xwe, dapîr û bapîrên xwe, herwiha mamosteyên xwe ango kesên ku wan bi ser nivîsê de dehf danê de dikin.  132. hin îthafên xweş û balkêş diyarî; / ji bo kulîlka ji dara dê û bavê min; / xwişka min necla
arjen arî, payîza peyvê *
ji wan morîyan re / dema ku li rêyan li helbestê difikirîm û bûme kujerê wan
emin kaya, akvaryum konuşkani *
ji bo bavê min john fante. spas bo te dêqahbê muhteşem!
dan fante, bir taksicinin los angels hikayeleri
133. pir zimanî ango zimanek cîhanek e.
di dîrokê de poliglotê (pirzimanî) ewil kralê pontusê mithradades e (b.z. 132-63). mothersdades dikaribû bi zimanê 22 grûbên etnîk ên di bin hikûmdariya xwe biaxive. di dema îro yek ji  mirovên ku herî zêde bi zimanan dizane zimannasê belçîkî johan vandewalle ye. johan  vandewalle bi 35 zimanan dizane. michael l. chayt (1957) zaravayên kurmancî, zazakî û soranî jî tê de 8 zimana weke nêzîkî zimanê zikmakî dizane û nêzî 40 zimanî dixwîne û li ser wan lêkolînan dike. ne şaş bim cemil meriç (1916-1987)  digot, kesên rewşenbîr zimanên din ên biyanî  nizanibin jî dibe, bes bila zimanê xwe yê dayîkê baş bizanibin.
134. çawa dinivîsandin?
agatha crisite (1890-1976), benjamin franklin (1706-1790), d.h.lawrence (1885-1930), victor hugo (1802-1885) li şerşokê dinivîsandin. tolstoy (1828-1910) berê sibehê saet 6.00an dest pê dikir û dinivîsand. wirgina woolf (1882-1841) û ernst hemingway (1899-1961) şipiya dinivîsandin.
135. cafeyên dîrokî
lev trockî (1879-1940) û vladimir lenîn (1840-1902) di rojên xwe yên sirgûnê de li cafe central a li viyanayê li ser şoreşa rûsî nîqaş dikirin. fernando pessoa (1888-1935) şahpirtûkên xwe li cafe els brasileira ya lizbonên nivîsandin. emile zola (1840-1902) metnê xwe yê navdar suçluyorum (tawanbar dikim) di sala 1898an de li cafe de la paix a li parîsê nivîsand. berhemên picasso (1881-1973) cara ewil li cafe els quatre gatsê hatine pêşandan. mewlûd oguz madeya yekem a bêndera candê li espressolab a li ser îstîklalê nivîsî. 
 136. carinan ristek dibe tercûmanê gelek hestan ango şerh û beyana hel û hewalê me:
li ser rizgarî, serxwebûn û îhtîmala wê gelek tişt hatine gotin. tiştekî li vê risteya rehmetiyê arjen arî zêde bikim tune ye: “xewneke me bu rizgarî”
137. haikuyek
wext e min nameyek binivîsanda
bihûrîn çûn
şevên dirêj yên kanûnan
m.oguz
19.11.2017 yenibosna
5 notes · View notes
mevlutoguz · 7 years
Text
HEVPEYVÎN: “Blogan ji bo kurdî deriyekî nû vekir”
Di qada sanalê de blog ji platformên din cuda ye ku ev platform zêdetir bala xwendekar, lêkolîner û kesên elaqadarî xwendin û nivîsê dikişîne. Ji ber sedemên cûr bi cûr blogên cuda tên vekirin. Yek ji van kesên ku blogek vekiriye û dinivse jî Mevlut Oguz e. Bloggerê Kurd Oguz jî dibêje, “Ez xwe di nivîsê de dibînim, xwe bi nivîsê dibînim û bi qasî ku dixwînim û dinivîsim heme.” 
Berfo Gilîdax*
Tumblr media
Bi çêbûna qada sanalê re gelek cûre malper jî avabûn û yek ji van blog û bloggeri ye. Blog wek malperekî ye û yên ku dixwazin ji xwe re blogê vedikin li ser bûyer, rewş, nûçe, hevpeyvîn, nêrîn, lêkolîn û dîsa li ser gelek cûre mijaran dinivîsin û parvedikin. Di vê qadê de Kurdan jî cihê xwe girtine û digirin û yek ji kesê xwedî bloga şexsî a bi Kurdî Mevlut Oguz e ku bloggerê Kurd di sala 2011an de bloga xwe vekiriye. Oguz derbarê blog û blogeriya Kurdî de ji Heftenameya Basê re axivî.
“Ji ber rewşa heyî blog gihaşt hewara me” 
Blogger Mevlut Oguz ji Heskîfa Batmanê ye. Li Zanîngeha Firatê ya Elezîzê di beşa dîrokê de lîsans û master kiriye, di ber re jî edebiyat xwendiye. Ji bilî bloga xwe ya şexsî, di kovar, rojname û malperên Kurdî de helbest, kurteçîrok, werger û nivîsên wî weşiyane. Ji 2006an û vir ve li Stenbolê dijî û niha weke edîtor dixebite. Oguz ewilî derbarê xwendin û girîngiya blogê de wiha diaxive, ”Berî her tiştî ez dixwazim bibêjim ku ez ji xwendin û nivîsandinê hez dikim. Xwendin û nivîsandin li xweşiya min diçe. Ez xwe di nivîsê de dibînim, xwe bi nivîsê dibînim û bi qasî ku dixwînim û dinivîsim heme.”  Ez bêjim ev hezkirina bêser û ber mîna eşq û bengîtiyekê ye dê ne şaş be. Em wekî ku Roland Barthes jî destnîşan kiriye bibêjin “Xweşiya ku metn dide: Klasîk, çand (çand çiqasî geş bibe, xweşî jî dê ew çend cûre cûre bibe). Fêhm, feraset, îronî, zarafet, sûdewerî, hostatî, bawerî/yeqînî: Hunera jiyanê. Kêfxweşiya ku metn (tekst) dide, mirov dikare vê ya wek û pratîkekê pênase bike (bêyî talûke û şayîşa çewisandinê)  metna ku tê nivîsandin divê teqez bike ku ew min dixwaze, ew min arezû dike. Îspata vê yekê [xwendin û] nivîs bixwe ye.”  Sala 2011an, wextê ku nivîsên min ên ewil çap bûn, min blogek vekir. Min niyet hebû ku -qet nebe kunyeya- xebatên xwe piştî ku hatine çapkirin di vir de biweşînim û bi awayekî nivîsên xwe yên belavbûyî berhev bikim, bîbliyografyaya xwe ya şexsî derxim. Her kesê/a ku blogek vekiriye û dinivîse kêm zêde eşq û bengîtiya em çêlî pê dikin heta astekê bi her bloggerê/a Kurd re heye ez bawerim. Hetta mirov dikare bêje ku ev blogger demekê di kovar, rojname û malperan de nivîsandin/dinivîsînin. Gelek saziyên weşanê hatine girtin. Kovar, rojname û malper yek bi yek têne girtin û mecra û qadên xweîfadekirinê kêm dibin. Tam di vê minvalê de blog gihaşt hewara me. Blogan deriyekî din vekir ji me re û ji Kurdiya me re. Ez naxwazim bi tenê retorîka ‘Kurdî zimanekî qedîm û dewlemend e.’ bilêv bikim û rûnime cihê xwe, ez dixwazim bi bloga xwe di her qadê û di her mijarê de binivîsim û vê yekê pratîze bikim.” 
“Sedî sed xwe azad û hurr hîs dikim”
Li ser pirsa,’Tu di bloga xwe de, zêdetir di derbarê xwendin û nivîsandinên xwe de dinivîsî. Wekî din, te di hevpeyvînekî xwe de aniye ziman ku hewl didî li ser van mijaran jî binivîsî. Ceribandin, kurterexne, danasîn, bîranîn, rojnivîsk, sahaf/iye, pêşangeh, sînema, şano, muzîk. Dikarî derbarê vê yekê de çi bibêjî? Her wiha tu wek bloggerekî gelo di nivîsin û parvekirinên xwe de, xwe azad hîs dikî?’ Oguz wiha bersivê dide, “Rast e, bêhtir derbarê xwendin û nivîsandinê, çand û hunerê û her wiha mijarên navborî de dinivîsim, ya rast dê hewl didim binivîsim. Em di serdema xiz û lezê de dijîn, dem û tehemûla kesî ji me tune ye ku em nivîsên dûr û dirêj bixwînin lewma bi kurtasî û xal bi xal dinivîsim. Sedî sed xwe azad û hurr hîs dikim. Beyî ku min serok û patronek hebe, bêyî ku nivîs di destê fetîşîstekî gramer û rêzimanê re derbas bibe, mudaxeleyeke edîtoryal û mijanpajî tê de bibe dinivisim. Mesela, ez dixwazim bi times new roman styalê binivîsim, bi wê dinivîsim; dixwazim hemû tîp biçûk bin, piçûk dinivîsim.”
Blogger Oguz derheqê şopîner û xwînerên ku blogên Kurdî dişopînin de jî van agahiyan dide, “Rewşa xwîner û şopînerên bloggeran jî hema hema wek ya xwendevanên kitêbên Kurdî ye. Di derbarê profîla kesên blogger de sedî sed xwedî agahî nîn im, bes heta ji destê min tê bloggerên Kurdî dişopînim û wan dixwînim.  Blogger ew kes in ku zewqa xwendin û nivîsandinê li ba wan heye. Her yek jî bi giranî di mijarekê de, bi tevahî di gelek mijaran de xwedî zanîn û û fambarî û tecrûbeyên heyatî ne. Agirê nivîsê û eşqa Kurmancî li ba wan gurr e. Zane ne, hêja ne, çavê min in, çavkaniyên min in.”  
“Di blogê de bi rastî ehlê nivîsê, xwinerên sidqane hene…”
Li ser pirsa, ‘Tu cudahiya blogeriyê, ji platformên din ên medyaya civakî wek ji facebook, tiwetter çawa dibînî?’ Oguz wiha bersivê dide, “Ji ber ku di networka facebook û twitterê de gelek kes hene; nas û dost, xal û xwarzê, hetta xas û am, giş hene û ji vana kêm kêm kes dixwînin lê di blogê de bi rastî ehlê nivîsê, xwinerên sidqane û nivîskarên afirîner û dilsoz hene. Li van platformên tu behs dikî, carê rojevek heye û bi demeke şûnde ew rojev xwe li ser te ferz dikî ku li ser wê rojevê binivîsî lê di blogan de tu rojeva xwe diyar dikî, tu naveroka xwe ava dikî. Di warê rojev û naverokê de înîsiyatîf û tasarruf a te ye. Bloger û xwendevanên wan ji ber ku bi rastî jî xerîdarên metînxaniyê ne, ji ber ku bi rastî jî hay ji zewqa xwendin û nivîsandinê hene loma jî ji blog û bloggeriyê bêhtir hez dikim. Tabîr caîz be platformên weke facebook, twitter û instagram weku AVMyan in, deverên matah nîn in lê blog weke sahaf û pirtûkxaneyan deverên sekan û aram in, bi min wisa tê.”  
“Bloggerên heyî ji aliyê berhemdariyê ve qenc, xweş û serkeftî dibînim”
Oguz derbarê rewşa heyî a bloggeriya Kurdî de jî van agahiyan dide, “Weke gelek qadên nivîsandinê bloggeriya Kurdî jî piranî bi mantiq û mantelîteya berhevkariyê têne bikaranîn, yanî di wan de piranî hevpeyvîn, nûçe û berhemên folklorîk têne belavkirin. Di mijarên spesîfîk de nivîs pir kêm in, hêvîdar im nav û naverok dewlementir bibe. Em di vê qadê de nû ne. Hê nû nû em vê qadê diceribînin. Lê wekî min go potansiyela me heye lewra her ku diçe hejmara bloggeran zêde dibe. Herî dawî Rêbîn Ozmen, Rêdur Dîjle û Mem Artemêt blogek vekirin û ketine qada bloggeriyê, bi xêrhatina hevalan dikim. Her wiha çend bloggerên jin ku bi baldarî wan dixwînim jî hene, bo nimûne: Esrakê, Jina ji filan hez dike û Gula Dînik. Bi giştî, ez blog û bloggerên heyî ji aliyê berhemdariyê ve qenc û xweş û serkeftî dibînim. Hêvîdar im hejmara wan zêdetir bibe.” 
Blogger Mevlut Oguz him derheqê planên xwe de û him jî bo xwînerên Basnewsê wiha diaxive, “Ez di xwendinê de xwedî şêwaz û bernameyekê me lê di nivîsandinê de plan û programekê çênakim, spontane dinivîsim. Heta ji destê min tê di vê rewşa xirecir ku TV, rojname û  kovarên Kurdan têne girtin dixwazim qadeke alternatîf û taybet vekim û ji xwe re binivîsim. Wilo wilo em dê bibinin ehlê nivîsê û çanda nivîsê dê li ba me çê bibe. Bo xwînerên rojnameyê jî dibêjim, ji kerema xwe rojnameya çapkirî bixwînin û her wiha ji xwe re jî blogekê vekin û binivîsin. Spas.”
*Ev hevpeyvîn di heftenameyê BASê de di hejmara 38an (16-22 cotmeh 2017) de çap bûye.
http://www.basnews.com/index.php/kr/publication/386057
2 notes · View notes
mevlutoguz · 7 years
Text
bêndera çandê -103/110
103. wênesaz edgar degas (1834-1917) carinan hin riste lêdikirin û ristine baş jê mane. lê miştexuliya wî ya helbestê ji a wenesaziyê behtir wî westandiye. loma rokê ji dostê xwe mallarme (1842-1898) re gotiye: ‘’karê we (helbest) gelek seyr û tirsnak e. di serê min de gelek fikr hene lê nikarim helbesta ku dixwazim binivîsim.’’ li ser vê yekê mallarme jê re gotiye ‘’helbest bi fikran nayê nayê ava kirin bi peyvan tê lê kirin.’’ belê wekî mallarme jî gotî helbest ne bi fikran tê bes bi peyvan tê lêkirin. 
 104. kim ki duk (1960-..) ji sînemageran ciwan re temî dike û dibê ''bo ku hun fîlmê xwe bikêşin, hewce nake hun li bendê bin ku perê wê çêbibin û bi sedan kes xebatkar û hevkarên we hebin. îro roj, navgîn û alavên teknolojîk kêşana fîlman hêsantir kirine. ji ber hindê ew dema ku xelkê digo ez behremend im lê derfetên min tune ne bû çîrok û çîrvanok, lewra mirov dikare bi iphone a xwe fîlman bikêşe û barkê ser youtubê û fîlmê xwe bibîne'' 
mirov dikarê bo nivîskarên ciwan jî vê yekê bibêje, îşte rast nîne ku nivîskarekî berendam bibêje min berhemek nivîsandiye lê weşanxane tune ne. weşanxane çap bikin jî, belavkarî pirsgirêk e. kitêb, beyî ku rû û rûçikê refên kitêbfiroşan bibîne di depoyan de dirizê wd. ev dîtin û gotin jî bûne çîrok û çîrvanok. çimkî bi ihtîmala herî xirab mirov dikare kitêba xwe di wattpadê de, di blogê de parve bike û xwe bigihîne xwendekarên potansiyel. 
105. stefan zweig (1881-1942) ê ku ez heyran û hejmekarên wî me, bi taybetî ez heyranê biyografi-otobiyografiyên wî me. zweig ji bilî nivîskariyê berhevkarê manuscriptan (destxet, elyazmasi) û koleksiyonerê alavên entîke bû. manuscript ên balzac, goethe, o. wilde. w.whitman û rilke jî hene. 
ez zehf caran li kutupxaneyan, li mizgeft û hicrikên li kurdistanê li destxetan geriyam. lê heyf û mixabin ta niha destxeteke balkêş û nû li ber çavê min neketiye. 
 *
 carekê min di xewna xwe de dît, camêrekî destxeteke ji sedsala 12. maye dianî ji min re û digo mamoste ka li vê binerê bê çi dinivîse?.. heke li ber dest we de destxetên wisa kevn hebin û hun wan bigihînine ber destê min ezê bikêfxweşî hewl bidim wan bixwînim. 
106. el-cahiz (sedsala 8.) dema ku perê wî têre nedikirin pirtûkan bistîne, bi şev dikanên pirtûkfiroşan bo razanê kirê dikir, derî li ser xwe digirt û heya şeveqê dixwend. 
 hafiz şazegûnî (sedsala 9.) li isfahanê dema baranê lê kiriye, feqîro starek nedîye, bo ku kitêbên wî şil nebin xwe avêtiye ser pirtûkên xwe. yekî hemçaxê wî di xewna xwe de dîtiye, şazegunî jê re gotiye xwedê bo vî emelê min min 'ef û mexfîret kiriye. 
ibn ruşd ê endulûsî (sedsala 12.) di hemû jiyana xwe de bi tenê du rojan ne xwendiye; roja ku bavê wî miriye û roja ku zewicî ye.
 * 
ibn teymiye (sedsala 13.) berî ku dest bi xwendinê bike, porê xwe yê dirêj bi singê dîwarê ku pişta xwe dayê ve didaleqand, dema di ser xwendinê de di xew ve diçû, porê wî diêşiya, vê yekê dikir ku hişyar bimîne û xwendinên dûr û dirêj bike. 
107. wî/ê qet û qet fotografê kitêbekê ligel îskanek çay, fîncanek qehwe, tebaxek fêkî an jî digel manzarayeke seyr nekêşa û navête instagramê lewma kesî muameleya xwendevanekî baş lê nekir û tu kesî jê re negot gurê pirtûkan. 
 108. ji mem û zînê şerha du beyitan ku di heman demê de amanc û mexseda nivîsandina mem û zînê aşkere dike: 
 şerha xemê dil bikem fesane / zîne û memê bikim behane 
şerh: şîrove kirin, amaje kirin, bi nivîse îzah kirin. fesane: efsane, gotegot. behane: hêncet, mahne, bahane. 
ez, yekî bi derd û kul im, yekî bi kul û kovan im. ez wîsa bi eşqa xwedê dikelim, ha wext e ez bişewitim û bibime xwelî û rijî. lewma ez dişêm ji van derd û kulên xwe efsaneyekê binivîsim. ez mem û zînê û eşq û evîna wan dikime hêncet, dikime mahne ji vê yeke re. erê, ez eşqan wan vedibêjim lê mebesta min eşqa îlahî ye. 
nexmê we ji perdeyê derînim / zînê û memê ji nû vejînim 
naxme: nagme, newa, terrane. perde: termeke muzîkê, di parçayekî de dereceya zirav û qalindbûnê, rêje ango ton. 
ez mîna aşiqan im. di dest min de tembûr û eşq û evîna di dil de distrînim. ji tembûrê newayên cûrbecûr derdixim ta ku ez zîne û memo ji nû ve vejînim. 
 109. heke heta niha we ev berhem nexwendibin qenciyekê ji xwe re bikin û wan bixwînin. çimkî her yek jê tena serê xwe methiyeya xwendin û nivîsandinê ye. çimkî her yek jê agirê xwendin û nivîsandinê li mirov gurtir dike. 
 jorge luis borges, babil kitapligi.
 jack london, martin eden.
 knut hamsun, açlik.
 stefan zewig, sahaf mendel. 
 orhan pamuk, kara kitap. 
 enis batur, kitap evi.
 hesenê metê, epilog.
 şêrzad hesen, m.
 110. ev çar-pênc meh e, bi awayekî periyodîk di bloga xwe a şexsî de dinivîsim, ''bêndera çandê'' ji sed xalî bihûrî. dema min dest pê kir hedef û plana min a nêzîk 100 xal bû, min sînorê ewil ê krîtik derbas kir. ger dem û derfetê, hez û hewesê bixwe re bibînim ez dê heyameke din berdewam bikim. 
dema li navekî fikirîm, navên weke, defter/tûrik/xurcezîn a xwendevanekî an jî meydan/arena/bênder a çandê û hwd. hatine bîra min, dûre min di ''bêndera çandê''de biryar da lê min paşê ferq kir ku şêxmus sefer di tv. de bi heman navî bernameyekê çê dike. bi hêviya ku brêz sefer û ekîba xwe li min biborin, min bibexşînin. 
*
piştî min di bin qategoriya bêndera çandê de zêdetirî 100 xalî nivîsî hevalê min selîm gulfiraz go keko tarza te hinekî dişibe a selçuk altun ê ku di cumhuriyet kitapê de dinivîse. rast e, ez selçuk altun dixwînim û heya astekê min jê sûd jî wergirtiye.
 12072017 / bahçelievler
6 notes · View notes
mevlutoguz · 7 years
Text
bêndera çandê - 96/102
96. ji mêj ve ye ji aliyên barbar û paşverûyan ve, êrîş û destdirêjî li ser kitêban heye. (b.z. 46-47) de sezar 900 hezar kitêbên pirtûkxaneya îskenderiyeyê şewitandin. di sedsala 13. de cengiz han pirtûkxaneya bexdayê şewitand. dêra katolîk di sedsala 15. de gelek pirtûkxaneyên li endulusê ji holê rakirin. naziyan bi hênceta ku dejenere ne li meydana operaya a li berlinê 20.000 kitêb şewitandin. wergera incilê bo elmanî a ku martin luther kiribû ji aliyê papa ve di şomineyê hate şewitandin. dibên papa xwe li ber agirê wê germ kir. sal bûye 2017. kambax be, hê jî bo ku tiştekî xirab neyê serê me dîyên me kîtabên me çal û binax dikin, diqetînin û dişewitînin..   
97. spinoza optisyen, d.defoe gore(çêker)firoş, j.conrad têcirê behrevaniyê, g.orwell polîs bû. a.hitler heta bûye serok di beyannameya bacê de pîşeya xwe weke nivîskar destnişan kiriye.. y.kemal şifêrtiya trektorê, katibiya rêncberan jî têde birrek kar kirine.. novelîst h.m. vatman e, romanus k.b. hemamvan e, helbestkar s.v. datlici ye, m.o. xwîner, esnaf û gonul adamî ye.   
98.  stephan mallarme (1842-1898) bo ku edgar allan poe (1809-1849) bixwîne hînî ingilizî bûye. paul celan (1920-1970) bi heft zimana dikaribû wergeran bike. ehmedê xanî (1650-1707?) bi 4 zimanan helbest nivisandine. sirf bo ku mirov rainer maria rilke (1875-1926) ji deqa resen, ji zimanê ozgun bixwînê hêjaye mirov hînî elmanî; bo ku hafizê şîrazî ( (791-794/795?)  bixwîne hêjaye ku mirov hînî farisî bibe.   
99. mamoste û şaîrekî herciwan: îrfan amîda
îrfan amîda ji du aliyan ve mamosteyê min e. yek, bi rastî di lîseyê de mamosteyê min bû, di kete dersên min; du, ji aliyê nivîskariyê ve mamosteyê min e, hostayê min e. * di meha gulanê de ji mêrdînê mamoste îrfan hatibû stenbolê. şevekê me li şîrînevlerê hevdû dît. piştî demeke dirêj me hevdû dît. îrfan xoca behsa gelek tiştan kir û go wê xwendinên baş û kartêker edebiyata me bi pêş ve bibin. wekî din go ji bo ku ez helbeskarekî nû bixwînim, divê deng û rengekî xwe yî nû hebe, qet nebe divê ji me cûdatir be. mamoste amîda dîsa mizgîniya romanekê û xebateke poetîk da. şeveke ji şevanî xweştir bû. * rojekê camêrekî ji min pirsî go tu ji kîjan helbestkarên ciwan hez dikî. min go ji îrfan amîda (1968-..) heval dengê xwe nekir. çimkî emrê biyolojîk ê mamoste amîda çend be ne muhîm e. bi ya min îrfan amîda û helbesta xwe her tim ciwan in. * duriste ji şopa neşuştî:  her ku min helbestek dinivîsand / şeveke din taloq dibû mirin.   
100. epigraf.  bi yunanî epigraphe. notên kurt. ji nivîsên li ser, daran, keviran an jî metalan hatine nivîsandinê re tê gotin. di dema îro de ji helbest, hevok an jî jêwergirtinên (îktîbas) destpêka berhemekê an jî beşekê re tê gotin..  epîgraf, car heye wezifeya puxteya dibîne; car heye nuqteya destpêkê ye epigraf. car heye silav û hinartineke, car heye nîşaneya sûd û îlhamê ye, car jî heye; îfadeya rêz û hurmet û bibîranînê ye. * epigraf dişibine wan siwariyên rêbir ên ku wan rêwiyan ji rê derdixin. walter benjamin * epigrafan bikar neyînin, çimkî esrara di nivîsê de dikuje. orhan pamuk
101. ways of seen  (şêwazên dîtinê / görme biçimleri) a john berger ji dema ku derketiye û ta niha weke manîfestoya şêwazên dîtinê tê qebûlkirin. şêwazên dîtinê û argumentên bergerî bi me nîşan dide ku dîtin û xwendineke din li ser tablo, reqem û hêmayan maqul û mimkûn e. mirov bibêje berger û fikrên wî yên sûdewer dîtin û nêrîne neslekî guherandiye bi herhal wê ne şaş be. pratîka dawî a vê yekê pêşangeha şêwazên dîtinê ye ku niha li arterê vekiriye.   di pêşangeha ku kuratoriya wê s.bardaouil û t.fellaeth dikin de zêdetirî 30 hunermendên navnetewî bi xebatên xwe ên weke resim, peyker, fotograf, video û cîbicîkirina teknîkên cûrbecûr cî digirin.   şewazen dîtinê heta 13ê tebaxê li arterê li benda hunerhezan e. dîtin û gotin nabe weke hev, lewma ên ku dem û derfeta wan heye ji vê exhibitionê nemînin. ji ên ku nizanin re em bibêjim arter li ser kolana isitklalê (no: 211) ye, duşem ne tê de heftiyê şeş rojan vekiriye, û ger û geşta li arterê miftî belaş e.  http://www.arter.org.tr/  
102. vê sibehê ez hînbûm ku helbestvan, wergêr û endama yekîtiya nivîskarên duhokê gulnar elî kiras guherandiye. min gulnar xan ji kovara peyvê nas dikir. xwedê sebrê bide hezkirî û malbat û xwendevanên wê. cihê wê bihuşt be.. çend riste ji gulnar xanim a rehmetî “şilêr / tirîfe / daristan / gulîstan / ronahî / derya / tirêj / esman / dengê şimenduferan li duv te çûn / kolanên biyanî / fêrî navê te bûn”   gulnar elî, kovara peyvê.  
19062017kartal
1 note · View note
mevlutoguz · 7 years
Text
bêndera çandê - 80/87
80. li welêt sêrojên dipdirêj: dawiya heftiya bihûrî ez seriyekî çûme welêt. li mêrdînê bi inan eroğlu û özgür solmaz re; li midyadê bi eyup çelik re; li heskîfê bi xal û xwarzêyan re; li batmanê bi ednan stêrk û berken bereh re; li amedê tevî suat, aziz, enes, kulîlk, zozan û ezgî tevlî daweta hesen û duygu ildiz bûm. roja dî bi şîraz, îrem, erman, taha, o. f. baran re em rûniştin. li amedê li gorî du sê sal berê hejmara etnîk eteklîyan kêm bû loma kêfa kucuk dayim nazif zêde ne li cî bû. şeva vegerê li kahve deryasiya li ofîsê tevlî hevpeyvîna mehtap ceyran bûm. min li wir selim temo, şahin altuner, lal laleş, hakkı zariç, halide yildirim, lorîn s.dogan, muharrem erbey wd. dîtin. li ser piya me xoşbêşek da hevdû. axirî sê rojên têr û tije bûn. min dil heye bêhtir biçim û bême welêt.
81. heinrich heine (1797-1856) dibê “eyb û fihêt e, ku nivîskarekî nexwestibe hin nivîsên wî -bi taybetî nameyên wî- bêne çapkirin.” * mayakovskî (1893-1930) di nameyên ku ji hezkiriya xwe lili brikê re dişyandin de wê weke pisîkan, xwe jî weke kuçikan xêz dikir. * nazım hikmet (1902-19063) di nameyeke xwe de a ku ji piraye xanim re şandiye dibê “ez sersînga te ya çepê beyî ku biêşînim gez dikim.” * ahmed arif (1927-1991) di namayeke ku ji leyla erbilê re bi rê kiriye de dibê “ez wê şanika te ya piçûçk ya li ser bevila te maç dikim.” * ez dibêm peyamên me ên whatsappê jî ne kemî van in!
82. sê sê sê komên muzîkê: U2, pink floyd, led zeppelin. sê jin: sophia loren, marilyn monroe, elizabeth taylor. sê ressam: picasso, chagall, volegov. sê derhêner: angelopoulos, tarkovski, bela tarr sê stran: li şarê jînê, bihare bulbul, her kurd buyn û her kurd ebîn.
83. mistefa îzzet efendiyê yesarîzâde û mele îzzetê keçeçîzâde destbirakên hev bûn, her tim bi hev re digeriyan. yesarîzâde bi destxeta xwe yî xweşik (husn-u hat) namîdar bû. her wiha yekî ilimdar bû û ji mubalexayê hez dikir. melayê keçecizâde jî yekî henekçî û nuktedan bû. rojekê siltan mahmudê duyem gotiye we xêr e, çima her tim hun bi hev re ne? mele gotiye ezbenî brêz dinivîse, ez dixwînim, dema em têne ba hev em dibine mirovekî xwende û nivîsende.
84. piştî ku hevalekî destxetên/taslakên hin helbestên min xwendin go “çi îşê rîçalê heye di helbestê de?” min go “keko -tabîr caîz be- ji orhan veli re ji digotin çi îşe suleyman efendi û nasira wî heye di helbestê de?” camêr go “bi mishef tu mafdar î.”
85. ez par 19 salî bûm, îsal ketime 20'a de! bo bîstemîn salvegera rojbûna min ji min re gelek tebrîk û diyarî hatin. di nav wan du heb pir taybet bûn. yek jê bedirxan çetin bo min keştiya bayê bi selîm temo dabû îmzekirin, a din esrakê ango esra boga bi taybetî bo min “exlibris’‘ek dabû çêkirin. ez gelekî kêfxweş bûm bi van herdû diyariyên xweşik û kubar.
86. qaideyeke qedîm e, elbet îstisna hene bes bi gelemperî berhemên xirab pir têne xwendin, berhemên wasat/orte xelatan distînin lê ji berhemên baş re nînin xerîdar, zêde teveccuhê nabînin û nayêne xwendin. yek ji van berheman hibra sor a rizgar elegez e. îmge û îmajên rizgar gelek gelek ciwan û spehî ne. ji hibra sor çend riste (hibra sor, lîs, 2014)
şaneşîn pêçayî bi şûşeya şevê / dargerînk digerîyan lê (r.12) * êdî yek e hebûn û nebûn / li vir, belê ne li wir, mirov tev / di tanga xwe de panokên xwedê ne (r.24) * ax, çendî kambax e ev kata ezda! / ya ku derdem e, ji zumreya kurdziman / bi serhatî bo min xwe beyan bike, /derdê min î giran asan bike (r.25) * divê her rişt di sêrî de biqewime, / di sêrî de, bi sêrî ve; vereşe bê. (r.32) * pîrejinek û pşîkek tev, / li ser pêyan çavbel in, li teşîya ku rîs dirêse. / payîna aramiya ber bi êvarê dikin (r.38) * hey lê lê çûkbeybûnê, tê hê çend / biharan bilûmînî wê dastana beyanî, / ewa ku ji me re ti carî / xeberên şên neanî. (r.51) * zarokekên kardox dîsa dixwînin, / ji esmên re. (r.52)
87. min û inan eroğlu di derbarê xwendin û xwendekariyê sohbetek kir. mirov dikare ji vê lînkê/girêdanê bixwîne: http://inanolo.blogspot.com.tr/2017/05/mewlud-oguz-min-her-hest-pe-kiriye.html
19/5/17 maltepe
3 notes · View notes
mevlutoguz · 4 years
Text
Podcast Kurdî di Newrozê de dest bi weşanê kir
Platforma Podcast Kurdî bi dirûşmeya “Ev der Podcast Kurdî ye û Podcast Kurdî qise dike” di 21ê Adarê de (21.03.2020) dest bi weşanê kir.
Tumblr media
Kordînatorên Podcast Kurdiyê M. Salih Bedirxan û Rabia Çetin in. Roza Sierra, Fatoş û Yildiz û Mewlûd Oguz wekî edîtor piştgiriyê didin projeyê.
Podcast Kurdî, bi kurtî û kurdî dixwaze rojnamegeriyê bi peyva kurdiyê têxe kerîneka guhê guhdaran. Ew dê bi nûçe- dosya û nûçe- analîzan hewl bide xumama li ser bûyaran bide alî. Helbet derbarê edebiyat, huner, siyaset, sînema, û jiyanê de jî wê bernameyên me hebin.
Ji Radyoya Erîvanê heya Podcastkurdiyê: Panoramayeke giştî ya podcastên Kurdî
Min di podcasta yekemîn de behsa çend radyoyên wekî Radyoya Bexdayê, Êrîvanê û Qahîreyê kir ku weşana wan a bi Kurdî hebûye.
Hûn dikarin li ser malpera me podcastkurdi.com û hemû platformên podcastan li me guhdar bikin.
Medya Civakî @PodcastKurdi
Malper: http://www.podcastkurdi.com
Spotify: https://open.spotify.com/show/5rBMjjSwlwCuHt3iPRx8rB?
SoundCloud: https://soundcloud.com/mevlutoguz/sets/podcastkurdi
Hevpeyvîn: https://journo.com.tr/kurtce-podcast-podcastkurdi
8 notes · View notes